Nêçîrvan Barzanî li Akrê ye

16-09-2024
RÛDAW
Nîşan Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Akrê Dihok Zaxo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li navçeya Akrê ya parêzgeha Dihokê ye.

Nûçegihanê Rûdawê Heyder Doskî ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê li Akrê bi berpirsên rêxistina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Akrê û birêvebirên îdarî yên navçeyê re civiya.

Li gorî zanyariyên Heyder Doskî, Nêçîrvan Barzanî piştî civîna bi berpirsên PDKyê re çûye Salona Konferansê û dê bi endamên PDKyê re jî bicive.

Divê were gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 3 roj in li Bahdînanê ye.

Beriya 3 rojan Nêçîrvan Barzanî li Dihokê bû, doh li Zaxoyê û îro jî li Akrê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst