Ciwanekî 23 salî di Çemê Xazir de xeniqî

16-07-2023
RÛDAW
Nîşan Akrê Çemê Xazir Xeniqîn Bûyerên Xeniqînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî 23 salî îro li sînorê navçeya Akrê ya Herêma Kurdistanê di Çemê Xazir de xeniqî.

Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Akrê, Îbrahîm Ferîq îro 16ê Temûzê ji Rûdawê re ragihand, “ew ciwan li nêzîk gundê Bajêre xeniqî ye û termê wî piştî ku ji çem hat derxistin, bo Pizîşkiya Dadê ya Akrê hat şandin û paşê jî term radestê malbatê hat kirin.”

Bi gotina Rêveberê Berevaniya Şaristanî ya Akrê, navê wî ciwanê ku îro xeniqî ye, “Hêmin Zêro Mûsa ye û niştecihê gundê Pîrxolî yê ser bi nahyeya Girdesîn ê ser bi navçeya Akrê ve ye.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, di nava 3 rojên bihorî de şeş kes li sînorê parêzgeha Duhokê û Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di çem û rûbaran de xeniqîne, ku 5 kes ji wan tenê di roja Înê de xeniqîne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst