Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê 2 bira di encama êrişeke bi çekan hatin kuştin.
Li navçeya Eyûbiyeyê di roja duyemîn a Cejna Remezanê de li nêzîkî Mûzexaneya Arkeolojiyê 2 birayên bi navê Yakup û Yusuf Aydogdu rastî êrişeke bi çekê hatin.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di encama êrişê de her du bira birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Balikligolê ya Rihayê.
Lê belê li gel hemû midexaleyan her du birayan canê xwe ji dest da.
Derbarê sedema êrişê de ti zanyarî nehatiye wergirtin û ji bo kes an jî kesên êrişkar lêgerîn berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse