Stenbol (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê kursên karên destan vedike û bermalî di wan kursan de hem fêrî kar dibin hem jî berhemên xwe li bazarê difiroşin û debara malên xwe dikin.
Şaredariya Beyogluyê ji bo piştgiriyê bide jinên ku li kursên hunerî û pîşeyî berhemên xwe çêdikin Bazara Karê Destan a Jinan vekir.
Li bazarê derdora 30 dezgehî hatine danîn û jinên kedkar berhemên xwe yên ku li malên xwe çêdikin difroşin û piştgiriyê didin malbata xwe.
Ji xeynî xelkê Stenbolê turîstên biyanî jî eleqeyê nîşanî bazara jinan didin. Bazar heta 8ê Kanûna Pêşîn dê vekirî bimîne.
Nûçegihanê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez li bazaran jinan e û raporek li ser bazarê amade kiriye.
Hostaya çêkirina porselenê Leyla Guneyê li ser vebûna bazarê ji Rûdawê re got:
"Ez karê çêkirina porselen û çîniyan dikim. Ez ji vî karî gelek kêfxweş im. Ji bo debara malê dibe piştgirî.
Lewra ez di karekê derve de naxebitim. Em jinên bermalî ji xwe re bi van tiştan re mijûl dibin.”
“Kursên me ji bo aboriya jinan dibin derfet”
Mamosteya Kursa Huner û Pîşeyî Cansu Erbal jî li ser kursên pîşeyî wiha axivî:
“Kursên me ji bo jinên bermalî re dibin piştgirî. Berhemên me ji polyester, çante û çêkirina şîşikan pêk tên.
Em tiştên darîn çêdikin. Bi vî awayî ji bo aboriya jinan derfetan çêdibin.”
“Eleqeya ji bo bazarê jî baş e”
Hostaya karê destan a bi navê Elif Topuk jî behsa pêvajoya çêkirina berheman kir û wiha got:
“Em kelûpelên berhemên xwe distînin û wan li malê çêdikin. Bi saya şaredariyê jî em berhemên xwe nîşan didin.
Ev ji bo budceya malê ji me re dibe piştgirî. Eleqeya ji bo bazarê jî baş e.”
Şêniyê Stenbolê yê bi navê Turan Yurtsever jî diyar kir ku berê tiştekî wiha nebû û jin karên baş dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse