Bazara Destxebata Jinan li Beyogluya Stenbolê vebû

2 demjimêr berê
Omer Sonmez
Bazara Destxebata Jinan a li Beyogluyê / Wêne: Rûdaw
Bazara Destxebata Jinan a li Beyogluyê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Bazara Destxebata Jinan Beyoglu Stenbol
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Şaredariya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê, ji bo piştgirî bide jinên ku di Kursên Huner û Pîşeyî de berhemên xwe çêdikin, "Bazara Destxebata Jinan" vekir.

Jinên kedkar li bazarê li derdora 30 dezgehan, berhemên xwe yên ku li malên xwe çêdikin difroşin û di warî aborî de piştgiriyê didin malbatên xwe.

Ji xeynî xelkê Stenbolê geştyarên biyanî jî eleqe nîşanî bazara jinan didin. Bazar heta 8ê Kanûna Pêşînê dê vekirî bimîne.

Berhemên ji bo diyariyê, çente, cizdan û tûrikên caw, êlek, xirxe û stûmalên rengoreng bi keda destên jinên bermalî hatine çêkirin.

Leyla Guneya 58 salî, ev 20 sal in ku karê hunera porselen û çîniyê dike, bi keda destên xwe berhemên xwe çêdike û bi vê yekê piştgiriyê dide debara malbata xwe.

Hostaya çêkirina porselenê Leyla Guneyê got:

“Ez karê çêkirina porselen û çîniyan dikim. Ez ji vî karî gelek kêfxweş im. Ji bo debara malê dibe piştgirî.

Lewra ez di karekê derve de naxebitim. Em jinên bermalî ji xwe re bi van tiştan re mijûl dibin.”

Li wê bazarî li derdora 30 dezgehên bi rengê mor, jinên kedkar berhemên xwe yên ku li malên xwe çêdikin difroşin û pê piştgirî didin debara malbata xwe.

“Kursên me ji jinên bermalî re dibe piştgirî”

Hîndekara Kursa Huner û Pîşeyî Cansu Erbalê jî got

“Kursên me ji jinên bermalî re dibe piştgiriyek. Berhemên me ji polyester, çante û çêkirina şîşikan pêk tê.

Em tiştên darîn çêdikin. Bi vî awayî ji bo aboriya jinan derfet çêdibin.”

 Hostaya destxebatê Elif Topukê jî got:

“Em kelûpelên berhemên xwe distînin û wan li malê çêdikin. Bi saya şaredariyê jî em berhemên xwe didin pêşandan.

Ji bo budçeya malê ji me re dibe piştgirî. Eleqeya ji bo bazarê baş e.”

“Jinên me karên baş dikin”

Mişterî Turan Yurtsever jî got:

“Berê tiştekî wiha tunebû. Jinên me karên baş dikin û kedê didin. Dest û keda wan sax be. Gelek xweş bûye.”

Şaredariya navçeya Beyogluyê ya Stenbolê, ji bo piştgiriya jinên ku di Kursên Huner û Pîşeyên Beyogluyê (BESMEK) de berhemên xwe çêdikin, "Bazara Destxebata Jinan" vekir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst