Hewlêr (Rûdaw) - Nivîskar û siyasetmedar Vahdettîn Înce diyar kir ku li seranserê Tirkiyeyê hêviyeke xurt ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan heye û got, "Pêvajo pêvajoyeke xwezayî ye û em hêvî dikin bigihê encamê."
Nivîskar Vahdettîn Înce diyar kir ku divê mafên Kurdan di destûra nû de hebe û Pirsgirêka Kurdan divê bi awayekî zanistî bê çareserkirin.
Vahdettîn Înce bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê û bersiv da pirsên pêşkeşkara Rûdawê Hêvîdar Zanayê.
Înce ragihand ku rewşa Kurdan li gorî berê guheriye û anî zimên, "Kurd ne wekî berê ne û niha bi rêkûpêk in.
Beriya sed salî Kurd belawela bûn û dewletê jî xwest wan asîmîle bike.
Ev bû sedema serêşiyê, serê me hemûyan bi êşiya. Kesî hizûr nedît, kesî aramî nedît. Kuştin hebû, sirgûn hebû, qetlîam hebû."
"Kurd ji berê saxlemtir in"
Înce di derbarê rewşa Kurdan a niha de got, "Îro dema van tiştan nîne û wekî beriya 100 salî jî nîne. Kurd ji berê saxlemtir in, nûnertiyên wan hene û nûnertiyên xwezayî hene."
Nivîskar Înce ragihand ku li herêmê statuya Kurdan guheriye û daxuyand, "Statuyên siyasî yên Kurdan hene.
Kurdistana Îraqê hatiye binavkirin û ya Sûriyeyê nehatiye binavkirin lê dîsa jî defakto statuya wê heye."
"Pirsgirêka Kurdan divê bi awayekî zanistî bê çareserkirin"
Vahdettîn Înce diyar kir ku siyasetmedarên Tirkiyeyê neçar in vê rastiyê bibînin û rê li ber çareseriyê vekin û wiha domand:
"Siyasetmedarên Tirkiyeyê nikarin van tiştan nebînin û li ser guhên xwe razên, divê jê re çareseriyê bibînin.
Siyasetmedar jî divê ji dîrokê dersê wergirin. Hêviya min ew e ku siyasetmedar wekî beriya 100 salî nekin û vê pirsgirêkê çareser bikin.
Divê siyasetmedar di pêvajoyê de xwedî helwest bin û divê Pirsgirêka Kurdan bi awayekî zanistî bê çareserkirin.
"Divê mafên Kurd di destûrê de cihê xwe bigirin"
Siyasetmedar Înce amaje bi nîqaşên destûra nû kir û got, "Hemû mesele dê were ser destûrê û hemû alî dê daxwazên xwe bînin destûrê.
Divê Kurdan jî ji vê serêşiyê dersê bistînin û mafê xwe û navê xwe di vê destûrê de bi cih bikin.
Hemû alî divê bi zanistî bifikirin û li gorî wê tevbigerin. Nêzîkî 25-30 milyon Kurd hene, ev milet bê statu bê qebûlkirin nabe.
Eger ev qebûlkirin pêk neyê dê 100 salên me yên din jî biçin.”
"Çareseriyeke însanî û zanistî"
Înce diyar kir ku lihevkirina Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer bandoreke erênî li Tirkiyeyê kiriye û wiha axivî:
"Piştî rêkeftina Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer li Tirkiyeyê rehetiyek çêbû.
Eger DEM Partî di nav hikûmetê de hinek postan wergire, geşbîniyek dê çêbibe. Ne tenê DEM Partî, divê hemû Kurd cihê wan hebe di nav hikûmetê de.
Berê jî Kurd hebûn di nava hikûmetên berê de de lê bes Kurd bûn. Ew zihniyet divê biguhere û ev xwîn bisekine û serêşî bi dawî bibe.
Bê guman dê hin kes hebin ku bixwazin pêvajoya çareseriyê têk bidin. Berê jî hewlên çareseriyê hebûn û agirbest hebûn lê hin aliyan ew têk da.
Ew kesên pêvajoyê birêve dibin divê aram bin û heta pêvajo bigihê çareseriyê karê xwe bidomînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse