Pirtûkxaneya Bêsînor: ‘Girtiyên siyasî silavan ji derve re dişînin’

2 demjimêr berê
Omer Sonmez
Dîmenê Pêşangehê\ Wêne û vîdeo: Omer Sonmez\ Rûdaw
Dîmenê Pêşangehê\ Wêne û vîdeo: Omer Sonmez\ Rûdaw
Nîşan Pêşangeha Pirtûkxaneya Bêsînor Karşı Sanat Beyoglu Stenbol Girtiyên Siyasî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li bajarê Stenbolê pêşangeha bi navê Pirtûkxaneya Bêsînor hat vekirin.

Di vê pêşangehê de,  berhemên 112 girtiyên siyasî ji zîndanên cuda cih digirin.

34 wênekêş û peykertiraş jî ji derve bi berhemên xwe, piştgiriyê didin pêşangehê.

Di pêşangehê de zêdetirî sed berhemên edebî, pirtûk, wêne, karîkatur û nameyên ku di 30 salên dawî de li nav zîndanan hatine nivîsîn cih digirin.

Pêşangeha Pirtûkxaneya Bêsînor a girtiyên siyasî tê sazkirin.

Girtiyên siyasî bi Pirtûkxaneya Bêsînor silavan ji derve re dişînin.

Bi sedan berhemên 112 girtiyên siyasî ên ji girtîgehên cuda di pêşangehê de cih digirin

Pêşangeh heta 9ê Çiriya Pêşîn li Karşı Sanata Stenbolê dê vekirî be.

Pirtûk, wêne, karîkatur û nameyên di 30 salên dawî hatine berhemanîn di pêşangehê de cih digirin.

Nivîskar û girtiyê berê yê siyasî Lokman Ogulmuş, ji bajarê Muglayê ji bo dîtina Pêşangeha Pirtûkxaneya Bêsînor berê xwe daye Stenbolê.

Ev pêşangeh ji berhemên edebî û hunerî ên girtiyên siyasî pêk tê ku di nav de hevalên Lokman jî hene.

“Ew 30 sal in berheman diafirînin”

Nivîskar Lokman Ogulmuş li ser pêşangehê wiha got:

“Ev pêşangeh ji berhemên hevalên me yên girtî pêk tê. Ew 30-35 sal in li hundir berheman diafirînin.

Ew bi vî awayî qala serpêhatî û rewşa xwe dikin. Dema ku tu dibînî, tu hest bi girtîbûnê dikî.

Tu hewl didî ku hestên wan bijî. Çimkî ez jî wekî wan di girtîgehê de mam.

Ez demeke dirêj di girtîgehê de mam. Ez li gelek girtîgehan mam. Beriya derbeya leşkerî ya 12ê Îlonê, min jî şkence dît.”

Kolektîfa Hatiyedîtin (Görülmüştür), Koma Red Fotograf û Karşı Sanat, di pêşangeha bi navê Pirtûkxaneya Bêsînor de cih didin berhemên 112 girtiyên siyasî ên ji girtîgehên cuda.

34 wênekêş, grafîker û peykertraş jî ji derve bi berhemên xwe piştgirî didin pêşangehê.

“Ew ji azadiyê hatin girtin”

Ezgî Bakçaya Kuratora Pêşengeha Pirtûkxaneya Bêsînorê jî li ser pêşangehê wiha got:

“Ev pêşangeh di encama pêvajoya salekê ya name şandinê de derket holê.

Di destpêka salê de Red Fotograf, Gorulmuştur û Karşi Sanat ji bo girtiyan name şandin û konsepta pêşangehê ji wan re gotin.

Girtiyan jî li ser vê konseptê dest bi amadekirina berheman kir.

Mijara pêşangeha îsal têkiliya di navbera pirtûk û azadiyê de bû.

Sedema ku ew girtî ne, yanê sedema ku ew ji azadiya xwe bêpar in, ji ber têkoşîna azadiyê ye.

Ew ne tenê ji bo xwe, ji bo pêşeroja hemû civakê têkoşiyan.”

Di pêşangehê de zêdetirî sed berhemên edebî, pirtûk, wêne, karîkatur û nameyên ku di 30 salên dawî de li nav girtîgehan hatine berhemanîn cih digrin.

Di salên 2022 û 2023yan de jî bi sernavên cuda berhemên girtiyên siyasî hatine pêşandan.

Pirtûkên hevserokê berê yê HDPyê Selahattin Demirtaşê ku ev 8 sal in girtî ye û pirtûkên helbestvanê Kurd Îlhan Sami Çomakê ku ev 30 sal in girtiye lê hêj nehatiye berdan jî tên pêşandan.

Pêşangeha ku di 13ê Îlonê de hate vekirin wê heta 9ê Çiriya Pêşîn li Karşı Sanatê ya Beyogluya Stenbolê vekirî be.

Ev pêşangeha balkêş dê her sal bi tema û berhemên cuda yên girtiyên siyasî bê sazkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst