Hikûmeta Herêma Kurdistanê: Tawana Îranê bi sextekirina nûçeyan nayê veşartin

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê da ku careke din êrişa li Hewlêrê bi îdiaya hebûna baregeha Mossada Îsraîlê rewa nîşan dabû.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku êrişa Îranê ya li ser sivîlan “bi ti propagandayeke nerast, sextekirina nûçeyan û wêneyên çêkirî nayê veşartin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand:

“Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê di civîneke rojnamegeriyê de careke din hincet ji êrişa mûşekî ya hefteya borî ya li Hewlêrê re dîtin ku qaşo binkeya Mossada Îsraîlê li Hewlêrê kirine armanc û hewla binpêkirina serweriya Îraq û Herêma Kurdistanê dide.”

Supaya Pasdaran a Îranê 15ê mehê mûşek avêtin bajarê Hewlêrê ku 5 ji wan mûşekan li mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ketin.

Di encama bombebarana Îranê de Pêşrew Dizeyî, keça wî, heval û karmendeke wî şehîd ketin û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê di hinceta êrişa xwe de got:

“Me baregeha Mossadê ya li Herêma Kurdistanê kir armanc, ev nayê wateya armanckirina Îraqê, armanc Îsraîla dijminê hevbeş ê Îraq û Îranê ye.”

Komara Îslamî ya Îranê piştî ku mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî bombebaran kir, bi çêkirina wêne û vîdeoyên sexte hewl dide ji raya giştî ya navxwe û cîhanî re isbat bike ku ew girêdayî Mossadê bûye.

Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê wê êrişê şermezar dikin û red dikin ku baregeha Mossada Îsraîlê li Hewlêrê hebe lê rayedarên Îranê israr dikin ku wan navenda Mossadê kiriye armanc.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst