Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li ser rewşa Sûriyeyê got, "Sûriye tenê dikare aram bibe eger federasyonek ku xweseriyên cuda di nav xwe de dihewîne û rêzê li şêwazên jiyanê yên cihêreng bigire"
Her wiha Saar derbarê birêvebiriya nû ya Şamê got, "Hikûmeta nû komeke terorîst a Îslamî ya cîhadîst e ku ji Îdlibê hatiye û bi zorê Şam girtiye. Ew ji Elewiyan tolê distînin, zirarê didin Kurdan."
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Gideon Saar li Bruksela paytexta Belçîkayê doh beşdarî civîna pêwendiyên Îsraîl - Yekîtiya Ewropayê bû û bi berpirsên YEyê re civiya.
Ofîsa Gideon Saar li ser civîn û hevdîtinên bi berpirsên YEyê re daxuyaniyek belav kir.
Gideon Saar di civîna bilind ji bo birêvebirina pêwendiyên Îsraîl-Yekîtiya Ewropayê (YE) de hişyarî da ku sînorê bakurê Îsraîlê hîn gefa cidî ye li ser ewlehiya Îsraîlê.
Saar di axaftina xwe ya beriya civînê de soz da ku Îsraîl dê li ser ewlehiya xwe ya li sînorê Sûriyeyê ti tawîz nede û hişyarî da û got:
"Hamas û Cîhada Îslamî li Sûriyeyê dixebitin ku eniyeke din a li dijî Îsraîlê ava bikin."
"Hikûmeta nû komeke terorîst a Îslamî ya cîhadîst e"
Saar her wiha fikra ku rejîma li Sûriyeyê bi awayekî baştir guheriye wekî "bêmantiq" bi nav kir û wiha pê de çû:
"Hikûmeta nû komeke terorîst a Îslamî ya cîhadîst e ku ji Îdlibê hatiye û bi zorê Şam girtiye.
Em hemû kêfxweş in ku Esed çûye lê divê em realist bin.
Îslamî bi nermî diaxivin binêrin ka Îran di sala1979an de çawa diaxivî. Lê her kes dizane kî serokê nû ye."
"Zirarê didin Kurdan"
Saar her wiha amaje bi nûçeyên ku Îslamîst bi tundî tola xwe ji kêmneteweyan distînin kir û got, "Ew ji Elewiyan tolê distînin, zirarê didin Kurdan."
"Sûriye tenê dikare aram be eger federasyonek be ku xweseriyên cuda di nav xwe de digire û rêzê li awayên jiyanê yên curbecur digire."
Gotinên Saar tenê çend rojan piştî wê yekê hatin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu daxwaza "bêçekkirina tam ya başûrê Sûriyê" kiribû, û tekez kiribû ku Îsraîl dê "tehemûla ti gefekê li ser civaka Durzî ya li başûrê Sûriyeyê neke".
"Îran gefa herî mezin e"
Her wiha Gideon Saar bal kişand ser vê yekê ku rejîma Îranê û îhtîmala ku ew bigihêje çekên atomî, wekî "metirsiya herî mezin a li ser cîhanê" bi nav kir û got:
"Gelê Cihû ji dîrokê fêr bûye, dema ku dijminê te armanca xwe ya ji bo tunekirina te radigihîne, çêtir e ku tu baweriyê pê bînî.
Bidestxistina çekên nukleerî ji aliyê Îranê ve bêguman dê bibe sedema pêşbaziya çekên nukleerî li Rojhilata Navîn.
Erebistana Siûdî, Tirkiye û welatên din dê tevlî bibin. Îran bawer dike, wekî Koreya Bakur ku bidestxistina çekên nukleerî dê wê ewletir bike."
Saar bangî civaka navneteweyî kir ku eşkere bike ku eger rejîm bi bernameya xwe ya nukleerî berdewam be, "hebûna wê di xeterê de ye. Niha dema çalakiyê ye."
"Derfetek heye ku Libnan ji dagirkeriya Îranê azad bibe"
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê got, "Qelskirina dramatîk a Hizbulahê ji aliyê Îsraîlê ve di encamê de bû sedem ku Esed êdî li Sûriyeyê ne li ser desthilatê be.
Derfetek ji bo guherîna erênî li Libnanê heye. Derfetek heye ku Libnan ji dagirkeriya Îranê azad bibe û ber bi kampa Ereban a pragmatîk ve biçe."
"Îran bi alîkariya Tirkiyeyê hewl dide ku pereyan ji Hizbulahê re bişîne"
Li aliyê din Saar hişyarî da û got, "Îran bi alîkariya Tirkiyeyê hewl dide ku pereyan bi qaçaxî ji bo Hizbulahê bişîne.
Eger artêşa Libnanê ji Hizbulahê bihêztir be, paşeroja Libnanê dê çêtir be. Eger ne wisa be, dê di bin dagirkeriya Îranê de bimîne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse