Rastiya vîdeoyeke bi jêrnivîsên sexte ya li dijî Herêma Kurdistanê

22-01-2024
RÛDAW
Nîşan Îran Vîdeoyên Sexte Îsraîl Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Vîdeoyeke ku berî 12 salan hatiye belavkirin bûye çavkaniya nûçeyeke sexte ya li ser pêwendiya Mossadê û Herêma Kurdistanê.

Vîdeo piştî êrişa Supaya Pasdaran a Îranê ya li Hewlêrê wek çavkanî tê bikaranîn ku Rûdaw bi belgeyan eşkere dike ku vîdeo û wergerandin sexte ne.

Di vîdeoya ji deqeyekê kêmtir de pêşkêş bi kesekî re bi zimanê Îbranî diaxive.

Ji bo vîdeoyê wergereke sexte hatiye kirin ku di rastiyê de li ser emeliyata lazer a çavan e lê di jêrnivîsê de wisa hatiye nîşandan ku behsa pêwendiya Mosadê ya bi Herêma Kurdistanê re dike.

Di jêrnivîsa sexte ya vîdeoyê ya dema pêşkara jin diaxive de tê gotin, “Gelo Mossad li bakurê Îraqê bi qasî ku medya radigihîne mezin e?” di bersivê de jî herwiha bi jêrnivîsa sexte hatiye nivîsandin, “Mossad li bakurê Îraqê pir bihêz e, ev jî ne ecêb e. Îsraîl di hemû astan de beşdariyeke xwe ya çalak heye ku ev jî li ser daxwaza aliyên Kurdî ye, lewma bi baweriya min divê hebûna me bigihê asteke eşkere û zelal ku di asta avakirina nûnertiyeke fermî ya di navbera Îsraîl û Herêmê de.”

Vîdeo piştî bombebarankirina mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî ya li Hewlêrê ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê hat belavkirin.

Di beşa dawî ya vîdeoya sexte de, pirsa pêşkêşkar wiha hatiye wergerandin, “Ez ji gotinên we fem dikin ku Îranê navenda Mossadê armanc girtiye?” mêvanê bernameyê jî dibêje, “Bi rastî li ser vê zanyariyên min ên baş nînin.”

Lê axaftina pêşkêşkar û mêvana wê ji siyaset û êrişan dûr e ku di rastiyê de behsa emeliyata çavan a bi lazerê tê kirin.

Axaftina pêşkêşkar û bijîşkê mêvanê wê; jêrnivîsa rast bi Kurdî û jêrnivîsa sexte jî bi Erebî ye

 Wergera rast a axaftina pêşkeşkar û mêvanê wê:

Pêşkeşkar: Em dîsa li vir li Navenda Tenduristiya Çavan bi David Israel re ne. Silav û ez dê dîsa li ser çavan pirsan ji te bikim. Piştî vê hemû jiyanê, em agahdarî tîrêjên lazerê bin?

David Israel: Lazera ku em ji bo emeliyata çavan bi kar tînin ji ya ku em di jiyana xwe ya rojane de bi kar tînin cuda ye ne wekî ya ji bo nexweşên diyabet û glaucomayê ye. Lazera ku di emeliyata çavan a ji bo bikarneanîna berçavkê tê bikaranîn de, lazereke sar e.

Pêşkeşkar: Lê em bêjin ku piştî emeliyata lazerê, piştî çend salan pirsgirêk di dîtina me de derketin. Wê demê em çi bikin, pêwîstiya me bi lensan dibe?

David Israel: Werin em bi vî awayî bibêjin, rast e...

Pêşkeşkar: Ev rû dide?

David Israel: Rast e.

Vîdeoya ku sala 2011ê li ser hesabeke YouTubeyê ya bi navê “Nehiştina berçavkan bi lazerê li Navenda Bijîşkiya Çavan a Dr. David Israel” hatiye weşandin, di nav 12 salan de ji aliyê 769 kesan ve hatiye dîtin. Hesabê jî ji sala 2012an ve ti vîdeo belav nekirine.

Lînka vîdeoya ku behsa emeliyata çavan dike:

Komara Îslamî ya Îranê piştî ku mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî bombebaran kir, bi çêkirina wêne û vîdeoyên sexte hewl dide ji raya giştî ya navxwe û cîhanî re isbat bike ku ew girêdayî Mossadê bûye.

Di hewla xwe ya dawî de, wêneyê Pêşrew Dizeyî û hahamekî bi photoshopê anîne cem hev û bi wê yekê tawanbar kir ku bi rêya wî Kurdistan petrolê difiroşe Îsraîlê.

Çi bûbû?

Supaya Pasdaran a Îranê, şeva 15ê Kanûna Paşînê êrişî Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir.

Di vê êrişa Îranê de 4 sivîlan canê xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn.

Îranê derdora demjimêr 23:30î bi 11 mûşekan êrişî Hewlêrê kir û pênc ji wan li mala sermayedarê Hewlêrê Pêşrew Dizeyî ketin.

Pêşrew Dizeyî, keça wî Jîna, mêvanê wî û xizmetkareke mala wî canê xwe ji dest da.

Li mala Dizeyî amadehî dihatin kirin ku piştî 10 rojan rojbûna ewil a Jînayê were pîrozkirin lê wê ji ber êrişên Îranê saleke temenê xwe jî temam nekir.

Hevjîna Dizeyî û du kurên wî jî di heman êrişê de li mala xwe birîndar bûn. Rewşa tenduristiyê ya kurekî wî xirab e û niha li Îmarata Erebiyê tê tedawîkirin.

Li aliyên din, Dijeterora Kurdistanê jî heman rojê ragihand, 3 dronên bombebarkirî yên ku armanca wan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bû, xatine xistin.

Berpirsê Operasyonên Taybet ê Ajansa Parastin û Îstixbaratê Ebdula Hemereşîd ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku wan bi rêya sîstema parastina esmanî du mûşekên Îranê xistine xwarê.

Sibeha 16ê Kanûna Paşînê demjimêr 05:50î jî dîsa li nêzîkî Balafirgeha Hewlêrê dronek ketibû xwarê û teqiyabû.

Nûçegihanê Rûdawê Sîdar Leşkirî da zanîn ku ew dron a grûpa bi nave Berxwedana Îslamî ya Îraqê bûye.

Ev êrişên Îranê hem li nav Kurdan hem jî li qada navneteweyî bûn sedema gelek bertekan.

Welatên wekî Amerîka, Çîn, Fransa, Almanya, Tirkiye û Fînlendayê ev êriş şermezar kirin.

Dîsa gelek partî, sazî û rêxistinan Kurdan jî bertekên tund nîşanî van êrişên Îranê dan û wan Îran şermezar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst