Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê bangî xwendekarên Rojavayê Kurdistanê dike

17-04-2025
RÛDAW
Nîşan Xwendekar Rojavayê Kurdistanê Ezmûn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji xwendekarên Rojavayê Kurdistanê xwest ku ji bo ku navê xwe ji bo îmtîhanên pola 9an û 12an qeyd bikin biçin parêzgeheke nêzîk.

Çavkaniyeke taybet ji Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ji nûçegihana Rûdawê ya Şamê Solîn Mihemed Emîn re, îro eşkere kir ku heyama qeydkirinê ya ji bo îmtîhanên wezaretê, ji bo xwendekarên pola 9an û lîseyê heta 1ê Gulanê hatiye dirêjkirin.

Heman çavkaniyê dest nîşan kir ku ev biryar hemû xwendekarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê li xwe digire.

Divê were gotin ku hevdîtin di navbera şandeyekê ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê li Şamê de tên kirin da ku hemû xwendekar karibin beşdarî îmtîhanên plansazkirî yên hezîran û têrmehê bibin.

Çavkaniyê da zanîn ku navendên qeydkirinê li bajarên Qamişlo û Hisîçayê hîn jî girtî ne û got:

“Kesên ku dixwazin navên xwe qeyd bikin, divê biçin Dêrezorê an Şamê an jî parêzgeheke herî nêzîk.”

Çavkaniyê tekez kir ku heta niha lihevkirineke dawî di navbera her du aliyan de pêk nehatiye lê got:

“Hevdîtin berdewam in ji bo gihîştina formateke têgihîştinê ku xizmeta xwendekaran bike û karên wan hêsan bike.”

13ê Nîsana borî yekem hevdîtina di navbera şandeya Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya girêdayî Rêveberiya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê dest pê kir da ku sîstema perwerdeyê nîqaş bikin.

Hevdîtineke din jî roja piştî wê hat lidarxistin, bêyî ragihandina encamên li ser çarenivîsa bi hezaran xwendekarên di her du qonaxên xwendinê de.

Berê, Wezîrê Perwerdeyê yê Sûriyeyê Mihemed Turko ji Rûdawê re ragihandibû ku formateke têgihîştinê li gel Rêveberiya Xweser derbarê îmtîhanên her du polan li Rojavayê Kurdistanê hatiye amadekirin û tekez kir ku hewcedarî bi pêkanîna çend hevdîtinan heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst