Duhok bi tevahî ji vîrusa koronayê paqij bû

21-04-2020
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Duhok Korona Coronavirus
A+ A-

Duhok (Rûdaw) – Rêveberiya Tendirustiya Duhokê ragihand, ku 3 tûşbûyên herî dawî yên li wê parêzgehê jî baş bûn û êdî ti pêketiyeke koronayê li parêzgeha Duhokê nema.

Li gor Rêveberiya Tendirustiya Duhokê, bi başbûna 3 kesên dawiyê ti tûşbûyên bi vîrusa koronayê li parêzgeha Duhokê nemane û tevahiya tûşbûyên li wê parêzgehê baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.

Ew 3 kes roja 7ê Nîsanê bi COVIV-19 ketibûn û li nexweşxaneya taybet bi çareseriya koronayê hatibûn razandin. Rêveberiya Tendirustiya Duhokê daye xuyakirin, encamên pişkinînên dawiyê yên wan hersê kesan negatîv bûne.

Li parêzgeha Duhokê bi giştî 15 kes bi vîrusa COVID-19 ketibûn ku pêştir 12 kes ji wan baş bûbûn û tenê 3 kes li nexweşxaneyê mabûn, ku duh hat ragihandin ew kes jî baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.

Duhok yekem parêzgeh e li Herêam Kuridstanê ku ji koronayê paqij dibe û hemûyên ku baş bûne, bo malên wan hatine şandin.

Rewş li parêzgeha Duhokê ber bi asayîbûnê ve diçe û piraniya xalên kontrolê û zalgehên li ser cade û rêyên parêzgeha Duhokê û yên li nav bajaran hatine rakirin.

Jûra Operasyonên Rûbirûbûna Koronayê li Duhokê du roj berî niha ragihandibû, Duhok dê roja Çarşemê 22ê Nîsanê serkevtina xwe bi ser nexweşiya koronayê de ragihîne û merasîman saz bike.

Lê belê Parêzgarê Duhokê Ferhad Etrûşî duh Duşemê red kir, ku ji ber serkevtina bi ser koronayê de ti aheng û merasim li wê parêzgehê bêne lidarxistin.

Herweha li Derbendîxan û Çemçemalê yên ser bi parêzgeha Silêmaniyê jî, tevahiya nexweşên bi vîrusa korona ketibûn, baş bûne û bo malên xwe hatine şandin.

Li qezaya Derbedîxanê, 33 kes tûşî koronayê bibûn ku herî dawî duh Duşemiyê hat ragihandin, ku ew hemû jî baş bûne û ew qeza ji nexweşiya koronayê paqij bûye.

Li bajarê Hewlêrê jî duh Duşemê hat ragihandin, ku 9 tûşbûyên din ên koronayê baş bûne û bo malên xwe hatin şandin.

Li gor Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi giştî li tevahiya herêmê heta niha 287 kes ji nexweşên koronayê baş bûne.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ji destpêkê ve heta niha 337 kes li herêmê bi koronayê ketine, ku tenê 4 kes ji wan mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst