Hewl ji bo guherînên pişka budceya Herêma Kurdistanê berdewm in

30-05-2023
RÛDAW
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di projeyasayê de hewl tên dayîn
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di projeyasayê de hewl tên dayîn
Nîşan Herêma Kurdistanê Iraq Budce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hewl ji bo jihevnêzîkkirina Hewlêr û Bexdayê, derbarê guherînên pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceyê de, berdewm in. Herdu alî li ser çand xalan gihiştine rêkeftina seretayî.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî ji bo nêzîkkirina nerînan roja Yekşemê li Herêma Kurdistanê bû.

Etwan Etwanî, Serokê Komîteya Darayî ya Parlemana Iraqê, daxwaz li Serokatiya Parlemanê kir bilez dema civîna Parleman diyar bike û vê heftiyê deng li ser projeyasayê bê dan. Li gorî zanyariyên Rûdawê, Şîeyan daxwaz kiriye Çarşemê yan Pêncşemê deng ji bo budceyê bê dan.

Berdevkê Encûmena Bilind a Islamî li Iraqê û Endamê Çarçoveya Hevahengî Elî Dîfaî dibêje: “Em di Çarçoveya Hevahengî de, parêzgariyê li pişka xelkên gelê Iraqê dikin li Herêma Kurdistanê li gorî destûrê, bi heman awayê ku parêzgariyê li beşê xelkê naverast û başûr dikin, ev yek hêla sor e. Bila birayên me li Herêma Kurdistanê piştrast bin, ti henase û armanckirinek ji mafê wan re nîne, belku bi berevajî vê yekê. Ev rêkeftin destpêkeke nû ye, em rêk keftin her tişt di çarçoveya rêya destûrî de be, lewma em bi wê rêkeftinê pabend in.”

Araste bi giştî ew e, birgeya dana % 10 ji mûçeyê paşkewtkirî yê fermanberên Herêma Kurdistanê bê hilweşandin.

Desthilata xerckirina pereyên hejmara Herêma Kurdistanê bê dan ji bo serokwezîrê Iraqê, ku di guherînan de hatibû dan ji bo wezîrê darayî yê Iraqê.

Şandina 400 hezar bermîl petrola rojane ya Herêma Kurdistanê tê bicihkirin, bi awayekî ji petrola zeviyên Neynewa û Kerkûkê jî be.

Di têksta destkarîkirî ya Komîteya Darayî de hatibû, ku hemû dahatên petrolî û nepterolî yên Herêma Kurdistanê, radestî Bexdayê bibin, ev yek jî hatiye guhertin, ji bo ku %50 ji dahata deriyên sînorî bê vegerandin bo Bexdayê.

Ji bo çareserkirina wê kêşeyê, PDK Fûad Husên û Çarçoveya Hevahengî Hadî Amirî raspartîne.

PDK weke hêza yekem a Herêma Kurdistanê û yek ji pêkhênerên sereke yên Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê û hikûmeta Iraqê, behaneyeke aliyên Şîe pê seyr e, û daxwaz dike bê çareserkirin.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed jî got: “Em dixwazin ew rêkeftinmeyên ku hene, em rêk dikevin ku bêne bicihkirin, yek ji wan jî mijara petrol, gaz û budceyê ya şayisteya xelkê Kurdistanê, nabe here warê milmilaniyê. Gelek ji me seyr dibînin ku aliyên Şîe bêjin hinek ji parlementeran yaxî bûne û bi gotina partiyên xwe nakin, ev jî tenê behane ne. Divê ev yek bê çareserkirin.”

Etwan Etwanî, serokê Komîteya Darayî ya Parlemana Iraqê, daxwaz li Serokatiya Parlemanê kir bilez dema civîna Parleman diyar bike û vê heftiyê deng li ser projeyasayê bê dan. Li gorî zanyariyên Rûdawê Şîeyan daxwaz kiriye, Çarşemê yan Pêncşemê deng ji bo budceyê bê dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst