Desteya Amaran: Li Herêma Kurdistanê 7.4 milyon kes dijîn

10-07-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Nifûsa Kurdistanê Hewlêr Duhok Silêmanî Helebce
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor amarên dawî yên Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê 7 milyon û 426 hezar kes dijîn. Nifûsa Iraqê jî di sê salên borî de sê milyon kes zêde bûye.

Serokê Desteya Amaran (statîstîkan) a Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed ji Rûdawê re ragihand, “Li gorî texmîneke Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê, tê pêşbînîkirin ku heta dawiya sala 2023an hejmara rûniştvanên Herêma Kurdistanê bêyî hejmara penaberan bigihe 6 milyon û 550 hezar kesî.”

Derbarê hejmara niha ya niştecihên Herêma Kurdistanê de Sîrwan Mihemed got, “Niha li Herêma Kurdistanê 7 milyon û 426 hezar kes dijîn, ji wan 660 hezar koçber û 266 hezar jî penaber in.”

Serokê Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê têkildarî hemû daneyên giştî jî axivî û got: “Heta ku serjimêrî li Iraqê neyê kirin, em nikarin daneyên temam biweşînin. Tişta ku niha li ber dest heye, tenê texmîneke Desteya Amaran a Herêma Kurdistanê ye.”

Li gorî malpera Worldometer a taybet bi daneyan û serjimêriyê, Iraq ji aliyê nifûsê ve di rêza 36emîn a cîhanê de ye. Li gorî malperê, hejmara niştecihên Iraqê gihîştiye zêdetirî 43 milyon kesan, di demekê de ku hejmara niştecihên Iraqê di sala 2020an de zêdetirî 40 milyon û 222 hezar kes bû.

Herêma Kurdistanê ji çar parêzgehên Hewlêr, Duhok, Helebce û Silêmaniyê pêk tê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst