Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Mîşazê ya parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi xaniyekî ket û xaniyê darî bi temamî şewitî.
Li gundê Ortakoyê yê navçeya Mîşazê, şeva borî ji ber sedemeke nediyar agir bi xaniyê darî yê A.Ç. ket.
Agir bi banê avahiya li kêlekê jî ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê û tîmên parastina sivîlan çûn cihê bûyerê.
Agir ji aliyê tîmên agir vemirandinê ve hat vemirandin.
Lê di encama agir de xaniyê duqatî bi temamî şewitî û banê avahiya kêlekê ya çarqatî rûxiya.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse