ÊLIH - Cenazeyên her sê zarokên ku li ber lehiyê çûbûn hatin dîtin

20-11-2023
RÛDAW
Nîşan Êlih Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê cenazeyên her sê zarokên ku xwişk û birayên hev bûn û li ber lehiyê çûbûn hatin dîtin.

Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê şeva borî piştî baraneke gur li taxên Huriyet, Gultepe, Fatîh, Belde, Şafak, Karşiyaka, Kultur, Çamlitepe û Seyîdanê lehî rabû.

Li wan taxan beşeke cade, kolan, mal û dikanan di bin avê de man.

Li taxa Seyîdan jineke 54 salî ya bi navê Lalîxan Gulerê û 3 neviyên wê li ber lehiyê çûn û winda bûn, piştî demekê cenazeyê Lalîxan Gulerê hat dîtin.

Sê zarokên xwişk û birayên hev di navbera 1 û 9 salî de bûn.

Ji bo dîtina her sê xwişk û birayan xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.

Hat ragihandin ku cenazeyên her sê zarokên bi navên, Asenat (1),  Îsrafîl (5) û Bîrgul Gunerê vê sibehê di encama karûbarên lêgerînê de hatine dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst