Sir û seqemê tûyên navdar ên Dêrsimê têk birin

18-04-2025
Ali Haydar Gozlu
Nîşan Dêrsim
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Sir û seqem û qeşaya dijwar tûyên navdar ên Dêrsima Bakurê Kurdistanê xera kirin.

Cotkarê Dêrsimî dibêjin ku zerera wan zêde ye û berhema îsal ji ber sermayê têk çûye û alîkariyê dixwazin.

Cotkar Engîn Duman da zanîn ku qeşayê li tûyên wan daye û got:

“Tûyên Olqeleyê ne, taybet in bi Dêrsimê, di heman demê de tevê welat taybet in.

Vê berhemê difiroşin welatên derve jî û dahata wê jî zêde ye.

Lê mixabin 12ê Nîsanê sir û seqemê lê da û berhema me têk çû.

Em tenê li îsal nefikirin, ji ber êdî avhewa diguhere.

Em dê çawa rê lê bigirin û teknîkê bi pêş bixin, divê em li ser vê bifikirin.

Em piştgiriya teknîkî dixwazin, ji ber ku êdî her sal ev metirsî heye.”

Serokê Kooperatîfa Bipêşvebirina Çandiniyê ya Olqeleyê amaje bi guherîna avhewayê da û daxwaza teknîkê kir.

Necmettîn Duman da zanîn hemû nebe jî dibe ku beşeke zerera wan were dayîn.

“Dê karibin zêdetir xwedî li karê xwe derkevin”

Serokê Kooperatîfa Bipêşvebirina Çandiniyê ya Olqeleyê Necmettîn Duman anî ziman:

“Texmînî nêzîkî 50 hezar darên me hene. Zerera me ya îsal 120 milyon lîreyên Tirkî ye.

Hêviya me ew e ku bi giştî nebe jî beşek zerera me ji aliyê budceya navendî ve were dayîn.

Ev dê ji bo cotkaran jî bibe kêfxweşiyek û dê karibin zêdetir xwedî li karê xwe derkevin.”

Li navçeya Çemîşgezekê û gundên wê 350 hilberîner debara xwe bi darên tûyan dikin ku li ser 3 hezar dekar erd hatine çandin.

Her sal berhemên ku tên berhevkirin bi rêya kooperatîfê hem ji bo navxwe û hem jî ji bo 10 welatan tên hinardekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst