Mesrûr Barzanî: Newroza Pêşmergeyên qehreman pîroz dikim

20-03-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Newroz Pêşmerge Avakirina Hikûmeta Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanêl Mesrûr Barzanî bi boneya Cejna Newrozê peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, “Ez germtirîn pîrozbahiyê li seranserê Kurdistaniyan dikim.

Bi taybetî Newroza Pêşmergeyên qehreman û hêzên Asayîşa Navxweyî û kesûkarên şehîdan ên serbilind û Enfalkiriyan pîroz dikim.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di berdewamiya peyama xwe de wiha got:

“Ez spasî gelê xweragir û welatparêz ê Kurdistanê dikim ku îradeya bihêz a gelê Kurdistanê, dihêle em bi geşbînî li paşerojeke baştir binêrin.

Em hêvîdar in di paşerojeke nêz de, em bikaribin hikûmeteke nû ya bihêz û yekgirtî pêk bînin.

Hêvîdar in bi awayekî baştir û hêjatir, berdewam bikin li ser karnameya xwe ya çaksaziyê û zêdetir xizmeta hemû welatiyên Herêma Kurdistanê bikin, welatê xwe ber bi qonaxeke pêşketîtir û geştir ve bibin.

Newroza we pîroz be. Xwedayê mezin Kurdistan û Kurdistanîyan biparêze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst