Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê civiyan

18-02-2022
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Margaritis Schinas Konferansa Ewlekarî ya Munchenê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di kevana Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de, ligel Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Margaritis Schinas civiya.

Îro 18.02.2022 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlekarî ya Munchenê de li gel Cîgirê Serokê Komîsyona Ewrûpayê Margaritis Schinas hevdîtinek pêk anî.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê di civînê de behsa rewşa Iraqê, proseya hilbijartinan û hengavên proseya siyasî kirine û her du alî tekez li ser girîngiya guftûgoyên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Iraqê kirin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Cîgirê Serokê Komîsyona Ewropayê balkişand li ser wê yekê ku ew bi girîngiyê ve temaşa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê dikin û ew bawer in ku derfertek heye ji bo wê yekê ku Iraq baştir li ser piyên xwe rawestê heta şerê terorê bike û bikarê li rêya binyatnana demokrasî û saziyan ve, aştî û aramiyê dabîn bike.

Nêçîrvan Barzanî ji bo alikariya koç û koçberan a Yekîtiya Ewropayê bo Hewlêr û Bexdayê spasiya xwe pêşkêş kir û got “Yekîtiya Ewropayê berdewam û pêgir e bi peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û hêvîdar in pêrsgirêkan çareser bikin.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat ragihandin “Ewropî amade ne ji bo hevkariyê û wekî hevbeş temaşa Iraq û Herêma Kurdistanê bikin. Her wiha spasî alîkariya Herêma Kurdistanê li gel Yekîtiya Ewropayê kir.”

Li aliyê din Serok Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser girîngiya yarmetîdan û hevkariya Ewropayê ya ji bo Iraqê kir heta bikarê pirsgirêkên xwe çareser bike ku dibê sedema dabînkirina aramiya siyasî û ragihand girîng e Yekîtiya Ewropayê siyaseteke giştgîr beramber Iraq û Herêma Kurdistanê de hebê. Pêşhatên dawî yên rewşa navçeyê bi giştî, mijareke dinê civînê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst