Guherîna avhewayê li Kurdistanê: Nêçîrvan Barzanî peyamên girîng dan

12-05-2024
Nêçîrvan Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nêçîrvan Barzanî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Guherîna Avhewayê Herêma Kurdistanê Hewlêr Konferans
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji ber rewşa berê ya Îraqê girîngî bi mijara guherîna avhewayê nehatiye dayîn.

Li Hewlêrê “Konferansa Çandinî, Hişkesalî û Bandora Guherîna Avhewayê ya li Ser Siyaset, Aborî û Demografiya Îraqê” hat lidarxistin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd bi hev re derbasî hola konferansê bûn.

Nêçîrvan Barzanî li konferansê axivî û bal kişand ser metirsiya guherîna avhewayê ya li ser Îraq 3u Herêma Kurdistanê.

Neçîrvan Barzanî diyar kir ku rewşa berê ya Îraqê wiha kiriye ku girîngî bi mijara guherîna avhewayê neyê dayîn û got:

“Li gorî welatên din ên herêmê, zêdetir pêwîstiya Îraq û Herêma Kurdistanê bi planên kurtedem û dirêjdem heye da ku em karibin bi metirsiya guherîna avhewayê re têbikoşin.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê guherîna avhewayê bibe karê herî li pêş ê Hikûmeta Federal a Îraqê û ji bo vê mijarê budce were veqetandin.

“Mixabin bondora wê gelekî zêde ye”

Nêçîrvan Barzanî got, “Mixabin bondora guherîna avhewayê ya li ser Îraqê gelekî zêde ye” û pê de çû:

“Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, Îraq li cîhanê di rêza pêncan de ye.

Helbet ev di hemû biwaran de bandoreke xerab li ser jiyana xelkê Îraq û Herêma Kurdistanê jî dike.

Bûye û dibe sedema gelek metirsiyên wekî çolbûn û nemana gelek zeviyên çandiniyê.

Li gorî amaran, salane li Îraqê 100 kîlometre çargoşe zevî dibe çol.

Herwiha ava serê erdê û binê erdê bi berdewamî kêm dibe, ewlehiya xwirekan xera dibe û koç zêde dibe.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku 130 kes neçar mane ji başûrê Îraqê koç bikin û da zanîn ku ev jî dibe sedema pirsgirêkên civakî yên wekî zêdebûna bêkarî, hejarî û zêdebûna pisrgirêkên tenduristiyê û karesatên xwezayî.

“Divê hişmendî were başkirin”

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi cidibûn û metirsiya rewşê da û got:

“Girîng û pêwîst e ku sîstem û bernameyên xwendîn û perwerdeyê girîngiyeke zêdetir bi çanda jîngehparêzî, parastina avê, pîsnekirina hewayê, kêmkirina bikaranîna enerjiyê û kêmkirina gilêşê bidin.

Herwiha girîng e ku bi berdewamî bi rêya medya, navendên rewşenbîriyê û tewr bi rêya olan jî hişmendiya kesan û civakê ya di vê mijarê de were başkirin.

 Nêçîrvan Barzanî anî zimên ku bi guherîna avhewayê re girîngiya avê zêdetir dibe û got:

“Ji ber ku çavkaniyên ava rûbarên Îraqê zêdetir ji welatên cîran tên, Îraq neçar e girîngiyeke bêhtir bi vê meleseyê bide da ku karibe ewlehiya ava xwe misoger bike.”

Serokê Herêma Kurdistanê detsnîşan kir ku pêdiviya Îraq û Herêma Kurdistanê bi alîkarî û hevkariya navneteweyî jî heye û got:

“Girîng e ku Hikûmeta Federal a Îraqê ji bo çandina daran alîkariyê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêya projeyên xwe salane rêjeyeke baş a avê li hev dicivîne û ji ber van hewlên wê spasiya hikûmetê kir.

“Berjewendiyên dirêjdem ji nakokiyan mezintir in”

Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de behsa girîngiya berjewendiyên dirêjdem kir û daxuyand:

“Tim û tim berjewendiyên dirêjdem ji nakokiyan mezintir in û divê em li ser vê baweriyê û vî hîmî bixebitin.

 Em dikarin li Îraq û Herêma Kurdistanê bi havkarî û bihevrebûnê xizmeteke gelekî baştir bikin û wiha bikin ku paşeroja me tevan baştir bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst