Hewlêr (Rûdaw) – Desteya Tehrîr el-Şam bajarê Efrînê bi temamî kontrol kiriye û rêbendên xwe li nav bajêr û rêyên wê bicî kirine. Hatina Desteya Tehrîr û destdanîna ser Efrînê metirsiyeke mezin li ser Kurdên Êzdî çê dike.
Roja Pêncşemê, çekdarên Desteya Tehrîr el-Şam ku bi biryara Encûmena Asayişa Navdewletî di lîsteya terorê de ye li gel çekdarên Hemzat û Emşat derbasî nav bajarê Efrînê bûn û grûpên çekdar ên Feyleqa Sêyem ji nav bajêr ber bi Kefer Cenê li rojhilat çûn. Piştî 2 rojan ji şer herdu alî gihiştine rêkeftineke seretayî, lê alozî berdewam in.
Li Rojavayê Kurdistanê, ji 74 gundan û ji koma nêzîkî 80 hezar Kurdên Êzdî, derdora %90ê wan koçber û penaber bûne.
Di raporeke hevbeş de, herdu saziyên Hevdestî û Sûriyên ji bo Rastî û Dadmendiyê, amarên derbarê rewşa Kurdên Êzdî li Rojavayê Kurdistanê û binpê kirinên ku li dijî wan hatine kirin, belav kirine.
Li gor rapora hevbeş; 74 gund Kurdên Êzdî li Rojava hene, li Efrîn, Heseke, Serê Kaniyê, Amûdê û Tirbespiyê ne, 50-80 Hezar hejmara Kurdên Êzdî bûye, 90% ji Kurdên Êzdî koçber û penaber bûne.
Hatina Desteya Tehrîr û destdanîna ser Efrînê metirsiyê li ser Kurdên Êzdî bêhtir dike.
Li Herêma Efrînê, ji tevaya 363 gundan, 22 gundên Kurdên Êzdî hebûn. Herwiha hejmarek Kurdên Êzdî li navenda bajarê Efrînê jî niştecî bûn. Hinek ji wan gundan bi tevayî ji xelkên xwe hatine valakirin, weke mînak gundê Bafelûnê li nahiyeya Şeran, ku 150 mal lê hebûn. Wiha jî gundê Feqîra li nahiyeya Cindirêsê, herwiha gundên Basûta û Şadîra.
Li gorî zanyariyên Saziya Êzdîna, heta berî sala 2011, derdora 200 hezar Kurdên Êzdî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hebûn.
Zanyariyên Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûriyê diyar dikin ku, ji wê hejmarê 35.000 Kurdên Êzdî li Efrînê hebûn, lê aniha tenê 1.500 kes mane. Yên din koçberî navçeyên Şehba, Heleb û Cizîrê bûne. Beşek jî koçberî Herêma Kurdistanê yan koçberî Ewropayê bûne.
Zanyariyên Navenda Belgekirina Binpêkirina li Bakurê Sûriyê diyar dikin ku, 95% ji mezargehên Kurdên Êzdî li Efrînê, hatine talankirin, jinavbirin û wêrankirin.
Her li gorî zanyariyên Saziya Êzdîna, ji tevaya 19 mezargehên Kurdên Êzîd li Herêma Efrînê, gelek mezargeh hatin talankirin û wêrankirin, ji wan:
Mezargeha Şêx Cinêd, li gundê Feqîra.
Mezargeha Hogir, li gundê Kefer Cennê, ku li wê mezargehê derek naskirî bû bi Dara Pîroz li ser destên çekdarên ser bi Tirkiyê, hate şewitandin.
Mezargeha Şêx Elî, li gundê Basûfanê.
Mezargeha Şêx Şerfedîn, li gundê Bafelûnê.
Mezargeha Şêx Berekat, li başûrê Efrînê.
Mezargehên Melik Adê - Şêx Hisên - Şêx Rikab - Şêx Sîdî - Barsa Xatûn - Şêx Mennan.
Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji 18ê Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi Opozisyona Sûriyê ve hatibû dagîrkirin. Desteya Tehrîr el-Şam roja 12ê Cotmehê derbasî nahiya Cindirêsê bû û piştî rojekê 13ê Cotmehê karibû navenda bajarê Efrînê kontrol bike
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse