Efrîn: Grûpên çekdar welatiyekî Kurd girt

27-03-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Kurd Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê piştî ku ji koçberiyê vegeriya bajarê xwe, ji aliyê grûpeke çekdar ve hat girtin.

Mistefa Eliyê ji nahiyeya Mabatayê, li taxa Mehmûdiyê yê Efrînê li mala xizmekî xwe  hat girtin.

Mistefa Elî 25ê Adarê ji bajarê Helebê vegeriyabû Efrînê û li mala xizmê xwe yê bi navê Ciwan Ebdulrehman Elî dima.

Grûpeke çekdar a ser bi Tirkiyeyê ve bi ser malê de girt, xwediyê malê Ciwan Elî û Mistefa Elî girtin.

Piştre Ciwan Elî hat berdan lê Mistefa Elî hîn jî girtî ye.

17ê Adarê jî çekdarên grûpa bi navê Polîsên Sivîl welatiyê Kurd Farûq Şêxo girt.

Ew ji gundê Sêmalkayê yê nahiyeya Mabatayê ye û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst