Li Rihayê êrişa çekdarî: Kesek hat kuştin

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Yasîn Demîrtaş Serê Kaniyê Riha Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Serê Kaniyê ya Rihayê ya Bakurê Kurdistanê kesek di êrişa çekdarî de hat kuştin.

Li Taxa Aydogduyê ya Serê Kaniyê kesê bi navê Yasîn Demîrtaş di otomobîla xwe de rastî êrişa çekdarî hat.

Yasîn Demîrtaş di encama êrişê de bi giranî birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Yasîn Demîrtaş bir Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê.

Demîrtaş li nexweşxaneyê tevî hemû midaxaleyên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Her wiha cendirmeyan li ser bûyerê kesek desteser kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst