Hevserokê Desteya Parastina Zarokan: Cihê zarokan dibistan e ne leşkerî ye

16-11-2020
RÛDAW
Xalid Cebir dibêje mafê ti aliyekî tuneye ku zarokan tevlî karên leşkerî bike
Xalid Cebir dibêje mafê ti aliyekî tuneye ku zarokan tevlî karên leşkerî bike
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa parastina zarokan ya girêdayî Rêveberiya Xweser ragihand, ku wan hemû giliyê derbarê leşkerkirina zarokan de wergirtine. Hevserokê Desteya Parastina Zarokan li Xalid Cebir jî dibêje, mafê ti aliyekî tuneye ku zarokan tevlî karên leşkerî bike û cihê zarokan dibistan e.

Hevseroka Ofîsê Merhef Ebdula got, wan pêşwaziya giliyên derbarê leşkerekirina zarokan kirine û çend caran jî ligel rêxistina UNICEF ji bo parastina zarokan û pirsa leşkerekirina wan civiyan.

Merhef Ebdula herwiha da zanîn, ew ligel rêxisitnên pêwendîdarî mafê zarokan jî civiyan û mekanîzimên parastina wan gutûbêj kirine.

Piştî ku Rûdawê berî 2 rojan raperek di derbarê zarokên ku hatibûn birin belav kir, duh yek ji wan zarokan bi navê Salar Xelîfe yê 14 salî ku malbata wî bi rêya Rûdawê daxwaza vegerandina wî kiribû, vegeriya nava hembêza malbata xwe.

Ji duh ve gelek kes bi rêya Rûdawê daxwazê ji Rêveberiya Xweser dikin, zû destêwerdanê bike û zarokên wan vegerîne. Yek ji wan jî Omran Elîko ye bavê Rewan Elîko ya 16 salî ye, bav dibêje keça wî 8ê meha 10 sala 2020ê ji Qamişlo hatibû birin.

Omran Elîko bi rêya Rûdawê bang li fermandarê Giştî Yê HSDê Mazlum Kobanî dike destêwerdane bike ji bo ku keça wî li malbata xwe vegere û xwendina xwe berdewam bike.

Li ser heman mijarê Hevserokê Desteya Parastina Zarokan li Rojavayê Kurdistanê Xalid Cebir beşdarî bultena Rûdawê bû û da zanîn ku ew ligel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kar dikin û HSD jî girîngiyê bi ofîsa wan dide.

Xalid Cebir diyar kir ku heya niha 11 malbatan gilî li cem wan tomar kirine, di nava wan de 3 zarok hatine vegerandin, û mafê ti aliyekî tuneye ku zarokan tevlî karên leşkerî bike.

Cebir diyar kir, ku hinek caran zarok ji ber bandora malbatê, berê xwe didin karê çekdarî û dest ji malê berdin, lê zarok li cem kîjan aliyî bin, divê ji bo malbatên wan werin vegerandin.

Derbarê rewşa zarokan Cebir de got: “Em hemû baş dizanîn ku taybetmendiya zarokan heye. Cihê zarokan dibistanên wan e, ji ber ku zarok paşeroja wî gelî ne. Eger tevahiya zarokan tevlî leşkeriyê bibin, paşeroj dê çawa be? Herwiha propagandeyek li dijî HSDê jî tê meşandin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst