Ciwanên Şoreşgêr li Rojavayê Kurdistanê bi birina zarokan tên tohmetbarkirin

12-06-2023
Loloxan
Ciwanên Şoreşgêr li Rojavayê Kurdistanê bi birina zarokan tên tohmetbarkirin
Ciwanên Şoreşgêr li Rojavayê Kurdistanê bi birina zarokan tên tohmetbarkirin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Ciwanên Şoreşger Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dayika keçeke Kurd a 13 salî ku ji Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye dibêje keça wê ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin.

Peyal Eqîl a 13 salî, neviya sekreterê berê yê El Partî Ebdulrehman Alocî ye û berî niha dayîk wê bûbû mêvana bultena Rûdawê ya taybet bi Rojavayê Kurdistanê û bang li Fermandeyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî kiribû ku keça wê vegerînin, lê heta niha nehatiye vegerandin. Zarokekî din jî heye Ereb e, navê wî Omer e, bi gotina malbatê Ciwanên Şoreşger ew jî birine leşkeriyê û heta niha nehatiye vegerandin.

Dayîka Peya Aqîl, Hemrîn Alocî dibêje: “Ez û bavê wê bi dorê derbasî odeya wê dibin, hinekî digirîn, carna bi hev re digiriîn. Xelkê me dipirsin , dilgiran in. Ez di rewşeke xirab de me, ez dikim hawar, ez qet tehmûl nakim.”

Dayika Peyal dibêje di roja ezmûnan de keça wê hatiye birin, wan jî hawara xwe ginandiye Ofîsa Parastina Zarokan.

Hemrîn Alocî herwiha got: “Em agahdar kirin ku ew tevlî bernameyeke perwerdeyê bûye û dê 45 rojan bidome, piştre dê keça min biryarê bide, gelo ew dê di nav leşkeriyê de bimîne yan dê vegere malê, li gor aliyê peywendîdar eger keça min tevlî YPJê bû wê demê dikarin destwerdanê bikin.”

Hevdem Welîd Helebî bavê Umerê 15 salî, Ciwanên Şoreşgêr bi birina kurê xwe tohmetbar dike.

Bavê Umer, Welîd Helebî jî got: “Herdem kurê min dema diçû cihekî ez agahdar dikirim, di dema dawî de ev yek nekir, û ez dizanim Ciwanên Şoreşgêr zarokan dibin. Destpekê gotin nehatiye ba me, û dibe kesekî ew revandibe, lê piştî guşara berdewam rojekê itîraf kirin ku kurrê min tevlî bernameya perwerdeyê bûye.”

Ji aliyê xwe ve jî, Ofîsa Parastina Zarokan ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê ve dibêje şiyanên wan zêde sînordar in.

Ji Ofîsa Parastina Zarokan Nûdem Şêro jî got: “Em nikarin tiştekî zêde bikin, tenê li benda bersiva hêzên serbazî ne, piştre em dikarin kesûkaran derbarê zarokên wan de agahdar bikin daku vegerin dibistan û jiyna xwe ya sayî, lê eger ne li ba Hêzên Sûriyeya Demokratîk bin em nikarin bigihên ti aliyekî, ji ber em li gor rêkeftina li gel Neteweyên Yekbûyî kar dikin.”

Havîna 2019an, Hêzên Sûriyeya Demokartîk HSDê rêkeftinek li gel Neteweyên Yekbûyî derbarê biçeknekirina zarokan îmze kiribû.

Di rapora xwe ya sala borî de, Neteweyên Yekbûyî dibêje grûpên çekdar li Sûriyê hezar û 296 zarok biçek kirine, di nav wan de 221 zarok ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hatine biçekkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst