Li Rojavayê Kurdistanê 'leşkeriya zarokan': 'Zarok nikare biryara xwe bide'

24-10-2023
RÛDAW
Şervanên HSDyê
Şervanên HSDyê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Leşkerî Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyê (MAF) Fedwa Hisênê got “Dibêjin, zarok bi kêfa xwe tevlî me dibin lê na ew revandin e. Ji ber ku zarokê di vî temenî de, nikare biryara xwe bide û paşeroja xwe bide xuyakirin.”

Mijara leşkerkirina zarokên di bin 18 salî de li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê malbatên zarokan û rêxistinên mafên mirovan û hinek ji saziyên sivîl ve hat şermezarkirinê.

Parêzer, nivîskar û mafnas Cemîl Ibrahîm ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa vê mijarê dike.

Parêzer Cemîl Îbrahîm got “Em ji wan aliyên pêwendîdar dixwazin, çi Mezlûm Ebdî be, çi Rêveberiya Xweser be, ku van zarokan vegerînin cem dê û bavên wan, vegerînin malên wan.

Cihên wan mal û dibistanên wan in. Pabendî wan rêkeftin û peymanameyên derbarê mafên zarokan de li cîhanê derketine bin.

Revandina van zarokan û birina wan a leşkeriyê binpêkirineke xirab û ne baş e.”

Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (MAF) ku beşdarî daxuyaniyekê derbarê vê mijarê de bûye ji Rûdawê re axivî.

Endama MAFê Fedwa Hisênê got “Belkî ew dibêjin, ew zarok bi kêfa xwe tevlî me dibin lê na ew revandin e.

Ji ber ku zarokê di vî temenî de, nikare biryara xwe bide û paşeroja xwe bide xuyakirin ku tevlî karê leşkerî bibe yan jî rahêje çekan.

Di naveroka vê daxuyaniya me de ku me belav kiriye, em roniyê tînin ser wê rêkeftina navbera Mezlûm Ebdî û nûnerê Neteweyên Yekbûyî ku van zarokan vegerînin malên wan û vî karî û revandina van zarokan rawestînin.”

Malbatên zarokan jî banga xwe digihînin aliyên pêwendîdar ji bo ku ev mijar yekalî bibe û êdî zarokên di bin18 salî neyên biçekkirin û nebin leşker.

Dîndar Xaşo xalê keçekê ku ji bo hatiye birin wiha axivî, “Xwarziyeke min û biraziyeke min, Sîmêl Zêdan Xaşo û Mîrav Ednana Xaşo, di 17/10/2023yan de, demjimêr 06:00ê êvarê ji aliyê YPGyê ve hatin ravandin.

Van her du zarokan jî hay ji dapîr û bapîrê xwe hebû, ji ber ku her du jî nexweş in û temenên wan di ser 70 salî re ne.

Bawer bikin ew nikarin herin destavê, lewma zarokan hay ji wan hebû.

Ew zarok hatine revandin û heta îro çarenivîsa wan ne xuya ye.

Dayika Mîrav nexweş ketiye û dîn bûye, rewşa wê ya derûnî gelekî têk çûye, ew dixwaze zaroka xwe bibîne

Xweha min a din jî wiha ye, nexweş e û li ser dermanan e.”

Di vê mijarê de, 22yê Çiriya Pêşîn a 2023yan, hejmarek rêxistin, di daxuyaniyeke hevbeş de leşkerkirina zarokan a li Rojavayê Kurdistanê şermezar kir.

Wan rêxistinan daxwaz ji aliyên pêwendîdar kir ku ew zarok tevlî hêzên leşkerî neyên kirin û bêne vegerandin ji bo nav malbatên xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst