Elektrîka gundê Qerhêtayê hefteyek e hatiye qutkirin: Dîrekên elektrîkê jî rakirin

16-08-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Elektrîka gundê Qerhêtayê hefteyek e hatiye qutkirin: Dîrekên elektrîkê jî rakirin
Elektrîka gundê Qerhêtayê hefteyek e hatiye qutkirin: Dîrekên elektrîkê jî rakirin
Nîşan Elektrîk DEDAŞ Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Qerhêtayê ya Çinarê ya Amedê hefteyek e bêelektrîk e.

DEDAŞê bi zora leşkeran trafoyên elektrîkê rakiriye û elektrîk li ser gundiyan qut kiriye. Zar û zêç, ajel û bi hezaran donim erdên çandiniyê bêav mane.

DEDAŞ dibêje 46 milyon lîreyê Tirkî deynê gundiyan heye û heta gundî deynê xwe nedin ew dê elektrîka wan bernedin.

Deyn milyonek û 500 hezar dolar in

Ev pere li gorî nirxê dolar dike milyonek û 500 hezar dolar. Gundî ji derdê xwe re çareseriyekê dixwazin. Dibêjin eger ji derdê wan re çareyek neyê dîtin, ew dê ji gund bar bikin û biçin.

Du ciwan weke ku li ser miriyekî were şuştin li erdê dirêjkirî be lê temaşe dikin. Ya li erdê dirêjkirî dîrekê elektrîkê ye ku ji aliyê DEDAŞê ve bi zora leşkeran ji cihê xwe hatiye derxistin û elektrîka gundiyan li ser mal û zeviyên wan hatiye qutkirin.

Li gundê Qerhêtayê ya Çinarê ti trafoyeke elektrîkê nehatiye hiştin.

Hefteyek e gundî bê elektrîk in. Hinceta qutkirina elektrîkê jî bikaranîna qaçax e. Hêrsa gundiyan a li hemberî qutkirina elektrîkê di gotinên wan de xwe dide der.

Zar û zêc, nexweş, jin û mêr û ajelên gundiyan jî ji ber birîna elektrîkê di tengasiyeke mezin de ne.

Li gund 3 hezar donim erd û zeviyên pembo û garisan jî ev hefteyeke bêav e. Berê nava zeviyan çilmisî ne.

Necatî Ertem 4 sal in li gund muxtarî dikir. Heta duh jî muxtar bû lê ji ber ku qeymeqam û rayedarên dewletê ji pirsgirêka elektrîkê re tu çareyek nedîtin dest ji kar kişand û îstifa kir.

Li gundê Qerhêtayê 140 mal hene û serjimariya wê jî derdora hezar û 500 kesî ye. Di sedsala 21ê de jî li vê erdnîgariyê elektrîk hîn jî derdekî bêderman e.

Ti sazî û dezgehek an jî partiyeke siyasî heta niha ji vê pirsgirêkê re çareyek peyda nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst