Gundekî Amedê 21 roj in bê elektrîk û av e: DEDAŞê trafo biriye

07-12-2023
RÛDAW
Nîşan DEDAŞ Trafo Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Gundê Sersevanê yê navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê ku ji 80 malan pêk tê 21 roj in bê elektrîk e.

Elektrîka wan ji aliyê DEDAŞê ve hatiye birîn û ji ber nebûna elektrîkê ava wan jî nîne.

Xelkê gund dibêje Kompanyaya Dabeşkirina Elektrîkê ya Dîcleyê (DEDAŞ) berî 21 rojan trafoya elektrîka gund hilkişandiye û biriye.

Ji wê demê ve gund bê elektrîke û derbarê sedema birîna elektrîkê de jî tiştek ji wan re nehatiye gotin.

Parlementera HEDEPê ya Amedê Adalet Kaya çû wî gundî û guhdariya giliyên gundiyan kir û tevî gundiyan daxuyaniyek da û ragihand:

“Wan trafoya gund jêkiriye û biriye. Zarok hene, nexweş hene.

Gundî nizanin wan ji ber çi trafo biriye. Ji ber ku ne deyndar in û elektrîka qaçax jî nekişandine.”

Adalet Kaya xwest ku DEDAŞ derbarê vê yekê de daxuyaniyekê bide û di demeke kurt de elektrîkê bide wî gundî.

Xelkê gund dibêje trafoya wan jî neşewitiye û, ew nizanin DEDAŞê ji ber çi ev kar kiriye û elektrîka wan biriye.

Herwiha dibêjin wan serî li cihên pêwendîdar daye lê kesekî pirsgirêka wan çareser nekiriye û ew daxwaz dikin pirsgirêka wan were çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst