Li gundekî Amedê 20 roj in elektrîk nîne

06-12-2023
RÛDAW
Nîşan Amed DEDAŞ Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gundê Sersevanê yê navçeya Pîranê ya parêzgeha Amedê, 20 roj in elektrîk nîne.

DEDAŞê beriya 20 rojan trafoya gundê ku 80 mal lê hene rakiriye û biriye.

Parlamentera Partiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)ya Amedê Adalet Kaya bi gundiyan re civiya û daxuyanî da.

Adalet Kayayê di axaftina xwe de diyar kir ku 20 roj in elektrîk nîne û car caran jî av jî qût dibe.

Kayayê wiha berdewam kir:

“Karmendên DEDAŞê trafoyê biriye. Nexweşên astengdar hene, bi hinek kesan re nexweşiyên kronîk hene û zarok li vir dijîn.

Gundî sedema rakirina trafoyê nizanin. Deyn nîne û elektrîka qaçex jî nehatiye dîtin.”

Kayayê xwest ku DEDAŞ têkildarî rewşê daxuyanî bide û demildest elektrîkê bigihîne gundiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst