Ako Mihemed: Başbûna peywendiyên Kurd û Şîeyan zêdetir di berjewendiya Şîeyan de ye

15-12-2019
RÛDAW
Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed
Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed
Nîşan Ako Mihemed Tora Medyayî ya Rûdawê Kurd Şîe Hewlêr Necef Herêma Kurdistanê Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, diyar kir ku mafên Kurdan li Iraqê ku ji aliyê rejîma Beas ve hatibûn xespkirin, ji aliyê desthilatên Şîe yên ku piştî wê hatin jî hatin rapeçkirin. Ako Mihemed got, “Başbûna peywendiyên Kurd û  Şîeyan, tê wateya başbûna peywendiyên Kurd-Sunne û Şîe-Sunne.”

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, di Dîdara Hewlêr-Necef a ku ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê û Navenda Lêkolînên Rûdawê ve tê sazkirin de, gotarek pêşkêş kir. Ako Mihemed amaje bi wê kir biryara sazkirina dîdarê,  piştî nîqaş û gotûbêjên li gel bîrmendên Şîe wergirtine û got ku ew dixwazin di pêşerojê de bi awayekî rêk û pêk li Necef û Bexdayê jî, vê dîdarê saz bikin.

Ako Mihemed tekezî li ser wê yekê kir ku peywendiyên Kurd û Şîeyan di warê siyasî û mezhebî de xwedî raboriyeke qedîm e û diyar kir ku li Dêrsim, Kirmanşan, Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil û heta li Bexdayê hejmareke zêde ya Kurdên Şîe dijîn.

Di dewama gotara xwe de Ako Mihemed ragihand, “Rêberê Şoreşa Kurdistanê Mela Mistefa Barzanî, sala 1965an nameyek bo merciyê Şîe li Necefê Mûhsîn Hekîm şandibû û Hekîm jî aşkere kiribû ku şerê li dijî Pêşmerge heram e. Dîsa di heyama Şoreşa Îlonê de, sala 1974an, Seyîd Mihemed Baqir, aşkere kiriye ku şerê li dijî Kurdan heram e, ji ber ku Kurd Misilman in. Lêbelê mixabin hinek alî hene ku dixwazin gumanê bixin ser wê fetwaya heramkirina şerê li hemberî Kurdan.”

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê dibêje, wê fetwayê di navbera herdu aliyan de bawerî û peywendiyên baş pêkanîne û diyar dike, “Vê fetwayê peywendiyên Kurd û Şîeyan di warê civakî de jî pêş de birin. Di heyama desthilata Sedam de, di rojên herî dijwar de, gelek serkirdeyên Şîe xwe spartine Herêma Kurdistanê û li vir li gel partiyên xwe ketine nav têkiliyan. Di dema rûxandina rejîma Baes de, beşek ji serkirdeyan ji Kurdistanê çûne Bexdayê. Ev heyameke ji ber sedemên siyasî, sarbûnek di van peywendiyan de heye. Ji ber ku di heyamên derbasbûyî de ji bo kurkirin û pêşxistina van peywendiyan di warê akademîk û çandî de planeke baş nehatiye amadekirin. Dîdarên bi vî rengî yên ji aliyê bîrmendên Kurd û Şîe ve bên sazkirin, di pêşdebirina peywendiyên dualî de dibe xwedî roleke girîng bin.”

Ako Mihemed dibêje, dibe ku peywendiyên siyasî yên Kurd û Şîeyan bikevin rewşên baş û xerab lê peywendiyên di navbera rewşenbîran de seqamgirtir in û ragihand, “Kurd di wê baweriyê de ne ku sarbûna di peywendiyan de ji ber Şîeyan e. Ji ber ku 2003an, piştî ku rejîma Sedam Husên hat rûxandin desthilat ket destê Şîeyan. Lê mixabin ew mafên sereke ku rejîma Baes ji Kurdan standibûn, desthilata Şîe jî xwe nêzîk nekir ku vegerîne. Ev jî li Iraqê krokiya pirsa Kurd pêk tîne. Bexda bi nenaskirina nasnameya Kurdistanî ya Kerkûk, Mexmûr, Şingal û Xaneqînê, dest bi ser mafên gelê Kurd de datîne.”

Di dewama gotinên xwe de Ako Mihemed amaje bi wê dike ku di heyama şerê li dijî DAIŞê de, Hêzên Pêşmerge ew navçeyên ku artêşa Iraqê berdabûn, kontrol kirin û rê nedan ku ew navçe bikevin destê DAIŞê û got, “Bi vî awayî rê li ber wê hat girtin ku Kerkûk jî weke Mûsilê bê wêrankirin, can û malên Kurd, Şîe, Tirkmen û Xirîstiyanên li wî bajarî hatin parastin. 750 hezar awareyên şer ên Iraqî xwe spartin Kerkûkê û gundê Beşîrî jî bi beşdariya Pêşmerge ya rasterast hat rizgarkirin. Ji bo ku artêşa Iraqê û Heşda Şeibî xwe bigihîne Mûsilê, hêza ku rê vekir, dîsa Pêşmerge bû. Lêbelê piştî bi dawîbûna şerê DAIŞê, wan berê tank û çekên xwe dane Kurdan. Berî wê jî sala 2014an mûçeyên xelkê Kurdistanê û Pêşmerge ji aliyê hikûmeta federal ve hatin birîn.”

Herwiha Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê tekez dike ku Kurdan êrişî ti aliyekî Iraqî nekirine û heta di dijwartirîn rewşan de hembêza xwe bo hemûyan vekirine û got, “Di dema şerê DAIŞê de, tevî ku Kurdan ji budceyê pişka xwe wernedigirtin, hembêza xwe bo 2 milyon koçberên ji Enbar, Mûsil, Tikrît û Diyalayê vekirin.”

Ako Mihemed, tekezî li ser wê yekê kir ku pêwîst e ji bo pêşxistina peywendiyên Kurd û Şîeyan hewl bên dayîn û diyar kir, “Başbûna peywendiyên Kurd û  Şîeyan, tê wateya başbûna peywendiyên Kurd-Sunne û Şîe-Sunne. Ev jî bi wergirtina însiyatîfê ji aliyê aliyên Şîe ve pêk tê.”

Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed tekez jî kir, “Başkirina peywendiyaên li gel Kurdan ji aliyê Şîeyan ve, berî her tiştî di berjewendiya wan de ye. Şîe jî dizanin ka Kurd çend dilsoz û wefadar in û çiqas dixwazin peywendiyên xwe li gel Şîeyan pêş bixin. Ez hêvîdar im ev dîdar ji bo pêşeroja peywendiyên herdu aliyan jî pêngaveke baş û encamgir be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst