Fewzî Herîrî: Mesûd Pizîşkiyan spasiya Herêma Kurdistanê kir

12-09-2024
RÛDAW
Nîşan Fewzîr Herîrî Mesûd Pizîşkiyan Îran Herêma Kurdistanê Tehran Hewlêr Bexda
A+ A-

 Hewlêr (Rûdaw) - Fewzî Herîrî diyar kir ku Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser xizmeta li heciyên Îranî spasiya Herêma Kurdisanê kir.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî li ser serdan û naveroka hevdîtinên Mesûd Pizîşkiyan ji Rûdawê re axivî.

Li gorî gotina Fewzî Herîrî, bipêşxistina pêwendiyên dualî, pêwendiyên dostanê yên her du welatan hatin gotûbêjkirin.

Herîrî diyar kir ku civîna bi Mesûd Pizîşkiyan re bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîvan Barzanî pêk hat.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qûbad Talebanî, Alîkarê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Mistefa Şêx Cafer û wezîrên kabîneyê di civînê de amade bûn.

Li gorî gotina Herîrî, mijarên aborî, pêwendiyên ewlehî, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û bipêşxistina pêwendiyan mijarên civînê bûne.

“Herêma Kurdistanê ji bo cîranan nabe metirsî”

Herîrî di berdewamiyê de amaje bi heciyên Îranî yên ji ser Kurdistanê diçin Kerbelayê jî kir û got:

“Di heman demê de Mesûd Pizîşkiyan ji bo xizmetkirina heciyên Îranê yên ku bi rêya Herêma Kurdistanê diçin Kerbela û Necefê spasiya Herma Kurdistanê kir.

Her du aliyan biryar da ku dostaniya di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ku dostayetiyeke taybet e, zêdetir were geşkirin.

Li gorî peymana ewlehiyê ya di navbera Îraq û Îranê de Herêma Kurdistanê ti carî li hemberî ti cîranên xwe nabe metirsî.

Di navbera Îraq û Îranê de peymaneke ewlehiyê heye û Herêma Kurdistanê beşeke sereke ya aliyên Îraqî ye.

Me tiştek li peymanê zêde nekiriye û em dê xalên wê bi cih bînin.”

Fewzî Herîrî li ser êrişên Îranê yên li Herêma Kurdistanê jî axivî û da zanîn ku li gorî peymana Îraq û Îranê dê êdî ti êriş pêk neyên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst