Kasetfiroşek li Sûrê: Dixwaze şahidên 70 salên borî biparêze

15-05-2024
Abdulselam Akinci
 Mihyedîn Akbey li dikana xwe ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Mihyedîn Akbey li dikana xwe ye / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Amed Sûr Kasetfiroş
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Mihyedîn Akbey malnişîn e û li navçeya kevnar a Sûrê ya Amedê ji salên 1970yî û vir ve kasetfiroş e.

Dema hîn zarok bû bi bavê xwe re dest bi vî karî kiriye, niha dem dema dîjîtale jî ew lê naxwaze dev ji vî karî berde.

Bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Ermenkî 40 hezar albûmên hunermendan di arşîva wî de ne û 20 hezar jî kasetên wî hene.

Ew dixwaze muzexaneyekê veke û wan kasetan wekî şahidên 70 salên borî di wê muzexaneyê de biparêze.

Mihyedîn Akbey dixwaze nifşên nû bi rêya wê muzexaneyê ji serdema kevn haydar bike.

“Heta 1970yî jî em li Mêrdînê bûn”

Kasetfiroşê Sûrê wiha behsa rêwitiya xwe ya balkêş kir:

“Ez Mihyedîn Akbey, sala 1964an li Mêrdînê hatime dinyayê.

Dêya min ji Dêrîka Mêrdînê ji eşîra Bûbo ye û Kurd e. Bavê min jî ji Sûrê ye û nevîyê Eyup Beg e.

Kalikên me di wextekî kevn de li Mêrdînê bi cih bûne.

Heta 1970yî jî em li Mêrdînê bûn. Piştî Mêrdînê em hatin li Amedê bi cih bûn.

Piştî salên 1970yî me bazirganîya xwe li Amedê dewam kir.

Ev eleqeya min a muzîkê ji bavê min gihaşt min.

Berê teyibeke bavê min hebû bi meqera bû.

Ew teyib sala 1950î dema vegera xwe ya ji leşkeriyê standibû.

“Armanca wî ne firotin bû”

Wê deme bavê min hunermendên herêmî li qonaxa xwe diezimandin û şevbuhêrkan Amadê digerandin.

Armanca wî ne firotin bû tene ji bo bi xwe guhdarî bike bû.

Dema em sala 1970yî hatin Amedê birayê min Studyo Ses ava kir.

Qeydên dengên hunermendên herêmî digirtin.

Heta salên 1980yî jî wisa bû. Me jî kaset difirotin.

Me plak vediguhastin kasetan û ew difirotin, heta 1985an jî wisa bû.

Min dît ku hewesa bavê min û birayê min ji muzîkê re heye.

“Ez dê heta dawiya emrê xwe bikim”

Min jî dibistan nexwend, min li dibistana navîn dev ji xwendinê berda û wekî hobi dest bi vî karî kir.

Heta dawiya emrê xwe jî ez dê bikim.

“40 hezar album û 20 hezar jî kaset hene”

Heta niha li ber destên min 40 hezar album û 20 hezar jî kaset hene lê wekî hunermend qeydên dengê  9-10 hezar hunermendan hene.

Di destên min her cure kaset hene. Kurdî hene, Tirkî hene, Ermenkî hene, Sorankî hene, Erebî hene.

Yanî hema bêje hemû kasetên ku li Tirkiyeyê derketine li ber destên min hene.

Bi piranî ciwan û xwendekar tên vir, yên ku di temenê min de ne tên vir.

Dibêjin ev der cîhekî gelekî xweş e tu me dibî salên 70yî, tu me dibî ciwaniya me.

“Ez dixwazim muzexaneyekê ava bikim”

Ji bo ev berhem mayînde bibin ez dixwazim muzexaneyekê ava bikim.

Heke dewlet destê xwe bide me ev dê mayînde bibin heke na ev huner dê xilas bibe û dê ev hemû kaset nemînin.

Ev serweteke neteweyî ye. Ti kes nikare ewqas serwetê bîne ba hev.

Ev maleke çandî dixwazim ku hunermendên bajêr werin, çanda bajêr were zindîkirin.

Heke dewlet dest bide me û karibin vêya bikin dê gelekî baş be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst