Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek li barhilgireke din a ku li kêleka rê rawestiyabû qelibî û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Şeva borî li ser rêya parêzgehên Amed û Rihayê kamyoneke ku barê wê sewze bû li kamyoneke rawestiyayî da û dema şofêr xwest dakeve di bin kamyona barkirî de ma.
Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê û polîs çûne cihê bûyerê û midexale kirin.
Li gor lêkolînê şofêr li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye û 2 kesên din jî birîndar bûne.
Her wiha 2 kesên birîndar ji bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Gazi hatine birin.
Li #Amed'ê barhilgirek li barhilgireke din a ku li kêleka rê rawestiyabû qelibî; kesekî canê xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn pic.twitter.com/4sdxzXhQot
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 12, 2023
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse