Eşîra Cibûran dixwaze fermandarekî Hêzên Parastina Niştimanî bigire

14-08-2023
RÛDAW
Nîşan Eşîra Cibûr Heseke Ebdulqadir Hemo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navenda bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, endamên eşîreta Cibûran xwepêşandanek li dar xist û wan xwest derbasî nava Çargoşeya Ewlehiyê bibin.

Li gorî zanyariyên Rêveberiya Xweser, armanca wê xwepêşandanê girtina fermandarê grûpa bi navê Hêzên Parastina Niştimanî ya Hikûmeta Sûriyeyê Ebdulqadir Hemo bû. 

Sedema wê aloziyê jî ew e ku Ebdulqadir Hemo, li Çargoşeya Ewlehiyê ya Hesekê, bi tundî li Şêx Ebdul Ezîz El-Mislit ê şêxê êşira Cibûran daye û kesek ji wê eşîrê jî bi destên çekdarên wî hatiye kuştin.

Parêzgarê Hesekê, ji bo aramkirina rewşê bi berpirsên êşira Cibûran re daxwaza civîneke awarte û bilez kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst