Li Zap-Avaşînê şer û pevçûnên dijwar: Leşkerek hat kuştin

04-07-2024
RÛDAW
Nîşan Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê Zap-Avaşîn Şer û Pevçûn PKK Artêşa Tirkiyeyê Cebraîl Acar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê leşkerekî wan hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, çawîşê pispor ê artêşa Tirkiyeyê yê bi navê Cebraîl Acar li herêma Zap-Avaşînê di “Operasyona Pece Kilîdê” de hatiye kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn ku Cebraîl Acar şer û pevçûneke li dijî PKKyê de hatiye kuştin.

Herwiha wezaretê ragihand ku di heman şer û pevçûnan de 2 gerîlayên PKKyê cane xwe ji dest daye.

“Operasyona Pence-Kilîdê”

Artêşa Tirkiyeyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta gerîlayên PKKyê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kir û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst