Kêfa 'gurê boz' lê şikest

04-07-2024
RÛDAW
Nîşan UEFA Merîh Demîral Gurê Boz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - UEFAyê ji ber nîşana gurê boz 2 maç ceza li lîstikvanê Tirk Merîha Demîral birî.

Piştî ku lîstikvanê tîma Tirkiyeyê nîşana “gurê boz” kir Tirkiye û Almanyayê bangî balyozên hev kir.

2yê mehê tîmên neteweyî yên Tirkiye û Awisturyayê di çarçoveya maça EURO 2024ê hatin pêşberî hev.

Lîstikvanê Tirkiyeyê Merîh Demîral piştî gol avêt işareta “gurê boz” kir.

Ev tevgera Merîh Demîral bû sedema gelek bertekên tund.

Di Şampiyoniya Ewropayê de li trîbûn û qadê peyamên siyasî qedexe ne.

Ji ber ku nîşana gurê boz wekî sembol û nişana nijadperestiyê tê qebûlkirin, UEFAyê derbarê Merîh Demîral de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Li gorî malpera rojnameya BILDê ya Almanyayê, UEFAyê ji ber nîşana gurê 2 maç ceza li lîstikvanê Tîma Neteweyî yê Tirkiyeyê Merîh Demîral biriye.

Li aliyê din, Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) li ser nûçeya BILDê daxuyaniyek belav kir.

TFFyê diyar kir, îdiayên 2 maç ceza li Merîh Derîl hatiye birîn ne rast in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst