Xerciyên Şaredariya Sirûcê ji sedî 300 kêm bûne

04-07-2024
RÛDAW
Nîşan Şaredariya Sirûcê Xercî Dahat DEM Partî Qeyûm
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredariya Sirûcê ragihand ku xerciyên şaredariyê li ber serdema qeyûmê ji sedî 300 kêm bûne.

Şaredariya Sirûcê tabloya dahat û xerciyan a 3 mehan eşkere kir.

Li gor tabloyê, ji 1ê Nîsana 2024an ve ku şaredarî ketiye destê DEM Partiyê heta 1ê Hezîranê 64 milyon û 420 hezar û 725 lîre dahat hatiye.

Herwiha ji bo mûçe û xizmetên ku hatine kirin 63 milyon û 457 hezar û 278 lîre hatine xerckirin.

Dahata şaredariyê li ber xerciyan 963 hezar û 447 lîre zêde bûye.

Dahat û xercî

Di tabloya dahat û xerciyan de 3 mehên serdema qeyûmê yên di navbera 1ê Kanûna Paşîna 2024an heta 31ê Adara 2024an jî hat parvekirin.

Di sê mehên serdema qeyûmê de 83 milyon û 455 hezar û 739 lîre dahat û 198 milyon û 419 hezar û 792 lîre xercî hebûye.

Di serdema DEM Partiyê de dahata şaredariya Sirûcê ya DEM Partiyê 20 milyon kêm bûye û xerciyên wê jî 125 milyon kêm bûne ango xercî ji sedî 300 kêm bûye.

“Qeyûm 177 milyon lîre deyn hiştiye”

Hat ragihandin, piştî ku Şaredariya Sirûcê derbasî DEM Partiyê bûye, “Qeyûm 177 milyon lîre deyn hiştiye ku 85 milyonên wê yên her sê mehên destpêkê yên sala 2024an e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst