DÊRSIM - Malbata Zulfu Çelîkdemîr daxwaza edaletê dike

04-07-2024
Ali Haydar Gozlu
Malbata Zulfu Çelîkdemîr/Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Malbata Zulfu Çelîkdemîr/Wêne: Alî Haydar Gozlu/Rûdaw
Nîşan Zulfu Çelîkdemîr Dêrsim Şaredariya Dêrsimê
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê karkerê şaredariyê Zulfu Çelikdemir ji wesayîta zibil ketibû û canê xwe ji dest dabû.

Dayika Zulfu Çelîkdemîr, rondikan dirijîne û banga edaletê dike.

Zulfu Çelikdemirê 39 salî roja 12ê Kanûna Paşîna 2024an di serdema Partiya Komunîst a Tirkiyeyê ya Şaredariya Dêrsimê de ji wesayîta zibil ketibû

Zulkuf Çelîkdemîr piştî 40 rojî li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Malbata ku li dijî şaredarê berê Fatîh Mehmet Maçoglu gelek caran protesto û çalakî kiribûn daxwaza cezakirina tawanbaran dike.

“Kurê min kuştin û çûn”

Fatma Çelîkdemîr ji bo kurê xwe Zulfu Çelîkdemîr mûmik pêdixe û dua dike.

Fatma Çelîkdemîrê got, "Ez edalet, wijdan û şerefê dixwazim.

Kurê min xwarin. Ji bo îzinê çend caran çû ba Umît Kaya, çima îzin nedayê?

Çima serokê sendiyayê, Çetîn Yoluk û hevalên wî lê xwedî derneketin?

Em çûn ba wan, Deryayê îzin neda, Maçoglu îzin neda.

7-8 meh îzina kurê min mabû. Kurê min anîn li vê derê kuştin û çûn.

Kurê min ji min re bav bû, bira bû. Niha ew tine ti kes derî li min venake, kes xizmetê nake.

Wî her tim xizmetê dikir. Çima kurê min kuştin? Çima serokê şaredariyê dernakeve nav gel?

Umît Kaya û yên din çima nikarin derkevin nav van însanan?"

“Eger tiştekî bi serê kurê min de bê berpirsê wê tu yî”

Seyît Alî Çelîkdemîr bavê Zulfu Çelîkdemîr jî wiha anî ziman:

“7 sal bûn kurê min li şaredariyê kar dikir.

Ez çûm şaredariyê, dêya wî û xwişkên wî çûn lî ti çareyekê nedît.

Ji min re gotin `em niha nikarin tiştekî bikin, em dê di paşerojê de bikin.`

Çend paşeroj di ser re derbas bûn me bersiva red wergirt.

Min jî ji Alîkarê Serok Umît Kaya re got, eger tiştekî bi serê kurê min de bê berpirsê wê tu yî.

Min jî alîkarê serok pirsî hûn çima wisa dikin dijminatiyeke we bi me re heye?

Kurê min feqîr bû ji miletê xwe hez dikir. Zirara wî ji kesî re tinebû.

Ez ji Serokkomar û Wezîrê Karên Navxwe edaletê dixwazim.”

Birayê wî jî dibêje tevî ku rapora wî ya nexweşiyê hebû û ji bo guhertina cihê kar 6 caran bi fermî serî li şaredariyê dabû daxwaza wî nehat cîbicîkirin.

“Rapora wî ya nexweşiyê hebû”

Alî Ekber Çelîkdemîr birayê Zulfu Çelîkdemîr jî wiha axivî:

"Birayê min pêştir li beşa park û baxçeyan dixebitî.

Birayê min nexweş bû û gelek caran serî li şaredariyê da, rapora wî ya nexweşiyê ya bi rêjeya ji sedî 51 hebû.

Ez bi xwe çûme meqamê Fatîh Mehmet Maçoglu û min jê tika kir, min got birayê min bi rêjeya ji sedî 51 nexweş e, beşa rêveberiya hikûmî xwendiye, berdewam nexweş bû û nava wî diçû."

“DEM Partiyê soza xwe bi cîh neanî”

Dê û bavê Zulfu ji bo pêkanîna edaletê her hefte roja Pêncşemê diçin serdana gora kurê xwe, dia dikin û findê pê dixin.

Malbat dibêje Şaredariya DEM Partiyê jî berî hilbijartinan soz dabû wan ku rêvebirên ji mirina kurê wan berpirs bûn ji rêveberiyê bêne dûrxistin lê soza xwe bi cîh neanîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst