Li Hesekê welatî amadekariya zivistanê dikin

16-07-2023
Loloxan
Li Hesekê welatî amadekariya zivistanê dikin
Li Hesekê welatî amadekariya zivistanê dikin
Nîşan Heseke Amadekariyên Zivistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê ji ber ku di demsala zivistanê de biha dibin, xelkê herêmê bacanên sor, bacanên reş, bamye, îsot û gelek corên din ên şînkayî diçînin û piştre bo zivistanê depo bikin.

Cotkar Receb Ebû Hisên got "Me bamye çandine, hem bi keskayî tên xwarin û bo zivistanê jî tên hişkkirin. Herwiha me bacanên reş û îsot çandine, bacanên sor jî em ava wan bo zivistanê dihêlin. Em piraniya corên şînkayî diçînin û bo pêdiviyên zivistanê depo dikin, ji ber nirxên wan di zivistanê de beramberî zêdebûna nirxê dolar zêde biha dibin."

Tevî ku nirxê tovê corên şînkayî yên hybrid biha ne, lê cotkarên Rojavayê Kurdistanê dikirin ji ber berhamê wan zêde ye û pêdiviyên zivistanê dabîn dikin.

Endazyarê Çandiniyê Kanîwar Şêxmûs dibêje "Tovên hybrid gelekî baştirin ji yên ne hybrid. Ji ber vê yekê zêde biha ne. Ev paketa ku 100 gram tov tê de ye bi 14 dolaran e, lewra tovên ne hybrid erzantirin."

Li gor Rêveberiya Çandiniyê ya ser bi Wezareta Çandiniyê ya Sûriyê ve li parêzgeha Hesekê-Cezîra Rojavayê Kurdistanê 5 hezar û 288 hektar bi 11 corên şînkayî yên havînê hatine çandin, bi vê yekê niha bazarên navçeyê bi berhemê xwecihî tejî bûne û nirx jî baş bûne ku xelk bikaribin sûdê jê werbigrin û amadekariya zivistanê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst