Heseke: Zarok ji bo wergirtina bîdonek av demeke dirêj di dorê de disekinin

07-07-2023
Nebîl Omer Yûsif
Heseke: Zarok ji bo wergirtina bîdonek av demeke dirêj di dorê de disekinin
Heseke: Zarok ji bo wergirtina bîdonek av demeke dirêj di dorê de disekinin
Nîşan Heseke Pirsgirêka Avê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kêmbûna avê li Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê rewşa welatiyan gelekî zehmet kiriye. Zarok ji bo bîdonek av bi dest bixin, di germa havînê de bi demjimêran di dorê de dimînin. Welatî ava xwe ji tankeran peyda dikin û her 5 bermîlan bi 20 hezar lîreyan dikirin. Rêveberiya Xweser jî 3ê vê mehê ji ber birîna avê ji aliyê Tirkiyê ve Heseke weke herêma karesatê ragihand.

Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, krîza avê hîştiye ku zarok tevlî bîdonên xwe yên avê di vê germa havînê de li cade û kolanan rakevin.

Xem û derdê sereke yê xelkê peydakirina avê ye, peydakirina avê bi tankeran jî xewneke tevî ku 5 bermîlên avê niha li Heseke bi 20 hezar Lîre Sûrî tê frotin. Xelk daxwaz çareseriyekê dikin.

Nişteciyeke bajarê Heseke bi di vê germê de bi vî awayî behsa rewşa avê li Hesekê dike, “Di van salên dawî de me zehmetiyeke gelekî zêde dît, av kêm, nîne. Ava heyî jî em nizanin ji ku tê.”

Roja 3 vê mehê Rêveberiya Xweser ji ber kêmiya avê û qutkirina wê ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ve, ew bajar weke navçeyeke karesatê ragihand.

Şêniyeke din a wî bajarî jî zehmetiya ku dikişîne anî ziman, “Ev çi rewş e, em bê av fetisîn, mala me xirab bû. Av nîne, em bi ku de birevin?”

Ava wêstgeha Elok ku ji Cotmeha sala 2019an ve ketiye destê Tirkiyê de, weke pêwîst nagihe bajarê Heseke û derdora wê ku çavkaniya sereke ya ava zêdetir ji milyonek û 200 hezar kes e. Heta niha jî Rêveberiya Xweser nikariye çareseriyeke bingehîn bibîne tevî ku çend caran behsa hinek projeyan dihat kirin. Kirîna avê bi tankeran jî pêdiviya ji %20ê xelkê peyda nake.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst