Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç diyar kir ku ji bo pêvajoyê divê hemû alî berpirsiyariyê wergirin.
Yilmaz Tunç ragihand ku ji bo pêvajoya nû berpirsyarî dikeve ser milê hemû aliyan û got:
"Bêyî cûdahiya di navbera Kurd, Tirk, Çerkez û Lazan divê em eniya xwe ya navxwe bihêz bikin û êdî gava xwe ber bi Tirkiyeyeke bê teror biavêjin."
Yilmaz Tunç li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de derbarê mijarên di rojevê de axivî.
Tunç behsa pêvajoya nû kir û got, "Armanca Tirkiyeya bê teror bo welatê me gelekî girîng e.
Di demekê de ku em dest bi sedsaleke nû dikin, rizgarbûna ji terorê xeyala me hemûyan e."
“Zererên me gelek in”
Yilmaz Tunç amaje bi şerê PKK û artêşa Tirkiyeyê jî kir û got:
"Mixabin çil sal berê dînamîtek di navbera biratiya me ya hezar salî de hat danîn û agirê fitneyê hat pêxistin.
Ew agir 40 sal in welatê me aciz dike. Zererên me yên maddî û manewî çêbûn. Em neçar man bi trilyonan pereyan ji bo rûbirbûna terorê xerc bikin."
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê derbarê banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan de jî got:
"Bidawîhatina terorê, xwehilweşandina rêxistina terorê û danîna çekan ji aliyê hemû grûban ve girîng e.
Bêyî cûdahiya di navbera Kurd, Tirk, Çerkez û Lazan divê em eniya xwe ya navxwe bihêz bikin û êdî gava xwe ber bi Tirkiyeya bê teror biavêjin.
Em dikarin bibêjin ku em di destpêka Tirkiyeyeke bê teror de ne. Di vî warî de berpisyarî dikeve ser milê hemû aliyan."
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an banga çekdanîn û xwe fesixkirinê li PKKyê kiribû.
PKKyê 1ê Adarê agibest ragihand û eşkere kir ku bi şertê ku Abdullah Ocalan tevlî kongreyê bibe ew amade ye kongreya xwe pêk bîne û çekan deyne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse