Hewlêr (Rûdaw) - PKKyê Komkujiya Helebceyê bi bîr anî û got, “Em bangî gelê xwe yê her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku şehîdên xwe yên hebûn û azadiyê ti carî ji bîr nekin, her tim bi rengekî xurt xwedî lê derkevin û bîranînên wan li Kurdistana azad bidin jiyîn.
Sibe salvegera Komkujiya Helebceyê ye ku 37 sal di ser re derbas dibin û heta niha birîna Helebceyê ji bo Kurdan zindî ye.
Komîteya Birêvebir a PKKyê di daxuyaniyekê de Komkujiya Helebceyê bi bîr anî.
PKKyê bangî Kurdan kir ku biîranînên şehîdên Helebceyê li Kurdistana azad bidin jiyîn.
Daxuyaniya PKKyê wiha ye:
“Em di salvegera 37’an a Komkujiya Helebce ya 16’ê Adara 1988’an de ne ku yek ji êrîşên herî giran a sîstema dewletê û desthilatdariya kûreyî ye. Wekî tê zanîn, di vê êrişa qirkirinê de piranî zarok û jin zêdeyî 5 hezar mirovên Kurd hatine qetilkirin.
Van êrişên qirkirinê Kurdistana ku di pirtûkên pîroz de wekî ‘buhişt’ tê behskirin, veguherandine dojehê.
Em qirkeran car din bi nefret şermezar dikin.
Em şehîdên xwe yên qirkirina Helebceyê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Em bangî gelê xwe yê her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku şehîdên xwe yên hebûn û azadiyê ti carî ji bîr nekin, her tim bi rengekî xurt xwedî lê derkevin û bîranînên wan li Kurdistana azad bidin jiyîn.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse