Selahedîn Behaedîn: Madem Bahçelî û Ocalan diaxivin pêvajo ber bi başiyê ve diçe

05-02-2025
RÛDAW
Nîşan Selahedîn Behaedîn Pêvajoya Nû PKK Tirkiye Bakurê Kurdistanê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê Selahedîn Behaedîn ragihand ku “pêvajoyeke çareseriyê” ya li Tirkiyeyê dê bandoreke erênî li Herêma Kurdistanê jî bike û got, "Madem vê carê Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan diaxivin wê demê pêvajo ber bi başiyê ve diçe."

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) Selahedîn Behaedîn, di salvegera damezrandina partiya xwe de bersiv da pirsên rojnamegeran.

Selahedîn Behaedîn li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku ew dê helwesta xwe ya beşdarnebûna hikûmeta nû ya ku dê li Herêma Kurdistanê were avakirin neguherin û got ku niha zextek heye ji bo ku hikûmet zû were avakirin.

Behaedîn wiha got: "Her kesê ku beşdarî pergala birêvebirina heyî ya Kurdistanê bibe, dê kêmasî hebe.

Her kesê ku beşdar bibe, dê zereke mezin bibîne."

“Pêwendiyên me yên xurt bi partiyên Îslamî yên Tirkiyeyê re hene”

Selahaddîn Bahaeddîn da zanîn ku partiya wan pêwendiyên dîrokî yên dirêj bi Tirkiye û partiyên Îslamî yên wî welatî re hene û got:

“Pêwendiyên me yên xurt bi AK Partiyê re hene. Me ti carî pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji bo berjewendiyên xwe bi kar neanîne.

Me bi Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê re zêdetir rewşa Sûriyeyê nirxand.

Wan pirsî gelo hûn dê beşdarî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bibin? Me got em dê beşdar nebin.”

Selahaddîn Bahaeddîn her wiha ragihand ku Îran, Tirkiye û Îraqê xwestiye ku ew beşdarî hikûmeta nû ya ku dê li Herêma Kurdistanê were avakirin bibin.

"Hevalekî min got Ehmed Şer jîr û xwedî şiyan e"

Behaeddîn pirsên li ser rewşa niha ya Sûriyeyê, paşeroja welêt, Rojava û rewşa Kurdan jî bersivandin.

Wî bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê ya "Bi ya we Ehmed Şer dê karibe dewleteke medenî û demokratîk ava bike?" wiha da:

"Li Sûriyeyê rêveberiyeke cuda heye, komeke çekdar a radîkal hat ser desthilatê û serokê wê komê niha bûye serokê Sûriyeyê, ev gelekî bi lez pêk hat, ne hêsan e."

Ez wî ji nêzîk ve nas nakim lê min ji hevalekî xwe yê Îxwanî (Birayên Misilman) yê li Sûriyeyê pirsî.

Wî got Ehmed Şer kesekî jîr û xwedî şiyan e, rewş xistiye bin kontrolê, dibe ku bi awayekî têkiliyên wî yên kûr bi saziyên din re hebin.”

"Divê PYD zêdetir nerm bibe"

Wî li ser pirsa têkiliyên Şam û Rojavayê Kurdistanê û "mafên Kurdan ên li Sûriyeya nû" de  wiha got:

"Divê Rêveberiya Xweser kar û barên xwe di nav danûstandinan de bimeşîne.

Divê Kurd di nav xwe de biaxivin. Di vî warî de axaftinên erênî hatin kirin.

Hevdîtina Mezlûm Ebdî û Serok Mesûd Barzanî ji bo danûstandinan gaveke erênî ye."

Bahaedîn rexne li destûra ku Rêveberiya Xweser a Rojava amade kiriye girtin û got:

"Destûra ku birayên me yên PYDyî amade kiriye ne rastbîn e, divê destûr di rewşeke aram de were nivîsandin.

Hemû Sûriyeyî dibêjin tiştên ku PYD dike ne guncav in û nayên qebûlkirin. Divê PYD zêdetir nerm bibe.”

"Eger li Tirkiyeyê aştî pêk were dê ji bo Başûrê Kurdistanê jî baş be"

Serokê Yekgirtûyê derbarê pêvajoya nû ya ku piştî banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li Tirkiyeyê dest pê kiriye jî ragihand ku ew bi awayekî erênî li pêvajoyê dinêrin.

Bahaedîn got, "Her çend bi lez pêş ve naçe jî tevgerek heye. Madem vê carê Devlet Bahçelî û Abdullah Ocalan diaxivin wê demê pêvajo ber bi başiyê ve diçe."

Selahedîn Bahaedîn rola DEM Partiyê bi erênî nirxand û wiha axivî:

"Wan bi civîna li gel hemû partiyan karekî baş kir. Eger li Tirkiyeyê aştî pêk were dê ji bo Başûrê Kurdistanê jî baş be.

Divê ji ber PKKyê tevgera Kurd nebe sifir û pirsgirêka Kurdan û tevgera Kurdan ji hev cuda ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst