Hewlêr (Rûdaw) - Recep Tayyip Erdogan li Wanê got, "Em ne li rizgarkirina roja îro, li paşerojê dinêrin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Wana Bakurê Kurdistanê beşdarî 8emîn Kongreya Asayî ya AK Partiyê bû û li ser mijarên rojevê axivî.
Erdogan amaje bi pêşhatên pêvajoya çareseriyê kir û diyar kir ku “eger hesabên cuda hebin, ew dê tekoşîna xwe ya li dijî terorê bi awayekî xurttir bidomînin."
Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser şerê PKK û Tirkiyeyê û got:
"Piştî ku em welatê xwe ji belaya terorê ya ku 40 sal in xwîna me dimije rizgar bikin, bi Xwedê em dê bigihîjin armanca xwe."
Serokkomarê Tirkiyeyê derbarê pêvajoya çareseriyê jî de got:
"Dema ku astengiya terorê ya di navbera 85 milyon welatiyên me de bê rakirin, em dê hev xurttir hemêz bikin.
Ez kêfxweş im ku dibînim partiyên din jî vê nêrînê parve dikin."
“Em rê nadin cudakariya etnîkî”
Recep Tayyîp Erdogan amaje bi rewşa Sûriyeyê jî kir û wiha domand:
"Em dê wekî berê, bêyî cudahiya Tirk, Kurd, Zaza, Elewî û Sunî, hemû Tirkiyeyê wekî giştekê hembêz bikin.
Em dê rê nedin cudakariya etnîkî, tasubi û cudakariya ziman, çand, kok û awayê jiyanê û em dê nehêlin gelê me bibe du beş.
Ji kerema xwe vê ji bîr nekin. Em wekî hêviya tenê ya gelê me di rêyeke dirêj û teng de ne.
Bêguman tiştên ku me heta niha kirine girîng in lê ne bes in.
Em ne li rizgarkirina roja îro, li paşerojê dinêrin.
Em bi projeksiyonên 25 salî û 50 salî tevdigerin.
Em ne li pey xewnên xav in.
Em pêvajoyan bi rêberiya mîrateya hezar salî û roniya sed salî birêve dibin.
Ez ji hemû rêxistinên xwe hêvî dikim ku hem li karên me û hem jî li wezîfeyên ku ji wan re hatine dayîn bi vê nerînê ya berfireh binêrin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse