Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya DEVAyê Ali Babacan derbarê pêvajoya çareseriyê de ragihand, nabe ku mafên bingehîn bibin mijara bazarê û divê demildest bêne dayîn.
Ali Babacan li Amedê beşdarî bernameya partiya xwe ya fitarê bû û derbarê rojevê de axivî.
Babacan diyar kir ku ew dê piştgiriya pêvajoya çareseriyê bikin lê divê di heman demê de gelekî hişyar bin da ku kesek pêvajoyê têk nede.
Babacan bal kişande ser peyman di navbera Fermandarê HSDyê Mazlum Ebdî û Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û got:
"Bi rêkeftinê qonaxeke din hat derbaskirin. Bi vê rêkeftinê nezelalî kêm bûn.
Ji bo diyaloga siyasî deriyekî nû vebû lê em ji bîr nekin ku kesên li Sûriyeyê aştiyê naxwazin vala nasekinin."
"Dema Kurdî dibihîzin rûyê wan tirş dibe"
Babacan wiha pê de çû, "Di nav hinek partiyên mixalefetê de hinek kesên xirab hene.
Ez behsa wan kesên xirab dikim ku bi hêrs, dijminatî û nijadperestiyê dijîn.
Dema Kurdî dibihîzin rûyê wan tirş dibe, ev kesên xirab li ser koçberan siyasetê li gorî berjewendiyên xwe berovajî dikin."
"Maf û azadî nabin mijara bazarê"
Serokê DEVAyê Alî Babacan wiha axivî:
"Em êdî Tirkiyeyeke ku her tim li ser nasnameyan şer dike naxwazin.
Em Tirkiyeyeke ku destwerdana jiyana mirovan dike naxwazin.
Em Tirkiyeyeke ku îradeya dengdêran bi kiryarên xelet ên qeyûman tê zeftkirin naxwazin.
Baş e em çi dibêjin? Em dibêjin zimanê dayikê yê mirovan bi qasî şîrê diya wan li wan helal e.
Her hemwelatiyekî vî welatî, hemwelatiyê wekhev û bi rûmet e. Maf û azadî nabin mijara bazarê û divê demildest bêne dayîn.
Helwêsta me vekirî û zelal e. Çareserî wê bi siyaseta demokratîk a rewa pêk were.
Li welatê me pirsgirêk hene. Ev pirsgirêk dê bi siyaseta rewa û demokratîk bêne çareserkirin.
Cih û navnîşana guncav a nîqaşkirina pirsgirêkan û dîtina çareseriyan Parlamentoya Tirkiyê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse