Newroza Şemzînanê: 'Em peyama xwe bigihînin cîhanê'

20 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Beşdarên Newroza Şemzînanê /Wêne: Rûdaw
Beşdarên Newroza Şemzînanê /Wêne: Rûdaw
Nîşan Şemzînan Colemêrg Newroz
A+ A-

Şemzînan (Rûdaw) - Li navçeya Şemzînannê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi kêf û coşeke mezin agirê Newrozê hat pêxistin.

Bakurê Kurdistanê bi renginên Newrozê xemiliye rojane li navçe û bajarên cuda cuda ahengên Newrozê têne gêran.

Di pîrozbahiyên navçeya Şemzînannê de Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal bi Alaya Kurdistanê govend gêrand û peyama yeketî û yekrêziyê da.

Bi destpêşxerî û koordinasoyona DEM Partiyê îsal dê li 86 navendan ahengên pîrozabahiya Newrozê bê gêran.

Li çend navendan pîrozbahî hatine kirin, di pîrozbahiyên Newroza îsal de DEM Partî hewl dide ku ji bo xelk zêdetir behsa naverok û wateya banga rêberê PKKyê Abdullah Ocalan bike.

"Em peyama xwe bigihînin cîhanê"

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, "Em dibêjin bila werin em bi hev re bingeha aşitî û azadiyê ava bikin.

Ji xwe gelê Bismilê amade ye lê em dibêjin bila her kes were Newroza Amedê jî em peyama xwe bigihînin hemû cîhanê."

Li kêleka Çemê Pêsanê yê li navçeya Şemzînannê keçên Şemzînan bi cil û bergên alarengî û neteweyî li qada Newrozê kom bûne, parlamentera DEM Partiyê jî behsa giringiya banga Ocalan dike.

Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslanê got, "Peyama me ji bo gelê Kurd diyar e.

Piştî evqas tekoşîn û berxwedan û windabûyînên mezin ve girêdayî êdî hewceya nasnameya Kurdan bi awayekî fermî û siyasî û civakî were qebûl kirin.

Ji bo wê jî peyama ku niha dest pê kiriye û peyama Birêz Ocalan û ji bo yeketiya Kurdan xebat û hewildanên têne kirin hemû jî pîroz in û wateya wan heye û îro li qadê em wekî xwedîlêdeketinêkê Newrozê pîroz dikin."

"Bila serkeftin a Kurdan be"

Beşdara Newrozê Şehnaz Xanimê got "Daxwaza me aştî ye û em dixwazin wekî xwîşk û bira em bi hev re bijîn û serkeftin a Kurdan be."

Beşdara Newrozê Sebîha Firatê wiha anî ziman, "Ev roke Newroza gelê Kurd e. Îro Newrozeke gelekî xweş e.

Cenga Kurdan e. Ji bo Kurdan em li vir kom bûne. Ji bo rojeke azad ji bo pêşerojeke azad.

Ez dixwazim em bihare xweş bibînin. Ez dixwazim ku roja 21ê Adarê roja Kurdan be."

Beşdara Newrozê Esma Firat, "Min gelek dixwest ku ez werim Newrozê. ez spasiya serok dikim (mebest hevserokê navçeyê ye).

Ez dixwazim 21ê Adarê jî wesa berdewam be. Heta em sax bin bila wesa berdewam be."

Li parêzgeha Colemergê heman demê dê li navçeyên Gever, Çelê û navenda parêzgehê jî pîrozbahiya Newrozê bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst