Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî diyar kir ku ji bo xwendina Kurdî dîsa li Efrînê dest pê bike ew dixebitin.
Li aliyê din, piştî dagirkeriya 7 salan vegera welatiyên ji bo Efrîn, Serêkanî û Girê Spiyê jî berdewam dike.
Berpirsê Maseya Sûriyeyê yê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî Rewaj Hacî eşkere kir ku tîmên wan li Efrînê ne û her welatiyekî vegerê ew dê alîkariya wan bikin.
Rewaj Hacî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got: "Vegera welatiyan ji bo Efrînê berdewam e. Tîmên me jî li wir hene û alîkariya xelkê dikin."
10ê Adara 2025an peymana heşt xalî di navbera Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de hat îmzekirin.
Di xala pêncemîn li ser vegera koçberan wiha hat gotin:
"Em garantî dikin ku hemû koçberên Sûriyeyê vegerin bajarok û gundên xwe û ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve parastina wan bê dabînkirin."
"Piştî girtina dibistanan dê hejmara vegera koçberan zêdetir bibe"
Serokê Meclisa Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:
"Piştî peymana 10ê Adarê, vegera Kurdan gelek zêde bûye."
Rewaj Hacî, di wê baweriyê de ye ku vegera welatiyan ji bo Efrînê û herêmên din ên Rojavayê Kurdistanê piştî 10ê Gulanê dê zêdetir bibe.
Li gorî gotina Rewaj Hajî piştî dibistan bên girtin ê hejmara vegera koçberan zêdetir bibe.
Rewaj Hacî di berdewamiyê jî de got, " Ji bo ku îsal vegerin warên xwe gelek Kurd li benda bidawîbûna demsala xwendinê ne.
Her wiha piraniya Ereban jî li benda bidawîbûna sedema xwendinê ne ji bo vegerin herêmên xwe."
“Ji bo perwerdeya Kurdî me amadehî kirine”
Rewaj Hacî amaje bi amadehiyên ji bo xwendina Kurdî jî kir û got:
“Li Efrînê em ji bo destpêkirina xwendina Kurdî dixebitin. Çend sal in bi hinceta nebûna mamostayên Kurd, xwendina Kurdî li Efrînê hatiye rawestandin.
Dema me zanî ku gotin mamosta nînin, bi alîkariya me li Peymangeha Mamostayan beşa xwendina Kurdî hat vekirin.
Niha 140 kes mamostayiyê dixwînin. Sala bê jî dê berdewam bikin û piştre ji bo wegotina dersa zimanê Kurdî dê bawernameyê wergirin.”
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li gel dabînkirina mesrefên xwendina mamostayên zimanê Kurdî, alîkariya 200 zarokên ku dayik û bavên wan di jiyanê de nemane jî dike.
Bajarên wekî Efrîn, Serê Kaniyê Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê çend sal in ji aliyê komên çekdar ên nêzîkî Tirkiyeyê hatine dagirkirin.
Piştî peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer xelkê ku koçber bûye vedigere herêmên xwe.
Berpirsê ENKSyê Ehmed Hesen diyar kir ku komên çekdar wekî berê astengiyan ji bo vegera Kurdan çênakin lê belê bi temamî jî hîn astengiyên wan bi dawî nebûne.
Ehmed Hesen behsa rewşa Efrînê jî kir û got:
"Komên Emşat, Hemzat, Ehrar Şerqiyê û çend komên din li bajêr hene lê belê Ehmed Şerî biryar daye asayîşa giştî ya dewletê li herêmê bi cih bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse