Bakurê Kurdistanê roj bi roj germtir dibe: Bi ava qeşayê xwe hênik dikin

13-08-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Bakurê Kurdistanê Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê welatiyan ji ber germê berê xwe daye parkan.

Roja şemiyê pileya germahiyê li wî bajarî 42 bû. Zarokan rêyeke xwe hênikkirinê dîtiye û wan berê xwe daye hewzên avê.

Welatiyekî bi navê Abdullah Mat li ser germahiya zêde got:

“Li hola werzişê hewzek heye, ez ji bo avjeniyê diçime wir. Li Batmanê hewa gelekî germ e, ez li vir hem avjeniyê dikim û hem jî hênik dibim, gelekî baş e.”

Li Amedê jî rewş bi heman awayî ye û pileya germahiyê gihîşte 44an.

Danê nîvro kes li nava bajêr namîne û bajar bêdeng e.

Bi ava qeşayê xwe hênik dikin

Karkerên ku karê wan li ber agir e ji neçariyê li kar in û êdî hew îdare dikin hewl didin ku xwe bi ava qeşayê hênik bikin.

Hostayê Donerê Servet Menteşê ku karê wî li ber agir e anî ziman:

“Niha pileya germahiyê 45 e, li ber donerê bi têhna agir re pileya germahiyê dibe 70 lê ez li ber xwe didim.

Ji bo ku ez hênik bibim ez avê dixim qeşadankê, sar dibe û zarok vê avê bi serê min dadikin, ez xwe wisa hênik dikim.”

Hinekan jî ji bo hinekî hênik bibin xwe daye ber siya Sûrên Amedê.

Germahî gihîşte 48 pileyan

Welatiyê bi navê Sabri Ataş jî got:

“Îsal gelekî germ e. Ev nêzîkî 10 rojan e êdî gelekî germ e. Li derdora Sûrê dîsa baştir e, em ji xwe re li vir rûdinin, hinekî hêniktir e.”

Ya herî germ jî navçeya Cizîra Botanê bû, germahî gihîşte 48 pileyan.

Li Cizîrê jî welatiyan berê xwe daye parkên nav bajêr.

Pêla germa îsal ne tenê mirov bêzar kirine, ajel jî bêzar bûne û nizanin çi bikin.

Çend kûçik jî ji ber germahiyê ketine hewza li meydana bajêr.

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, hefteya pêşiya me jî dê ev pêla germahiyê ya ku Bakurê Kurdistanê daye ber xwe bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst