Ji bo 5 parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyarî: Tedbîrên pêwîst wergirin

18-08-2023
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Germahiya Zêde Hişyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Devera 13emîn Keşnasiyê ya Tirkiyeyê ji bo parêzgehên Xarpêt, Meletî, Semsûr, Dêrsim û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê hişyariya germahiya zêde da.

Herwiha rêveberiya keşnasiyê bang li kesên bitemen û nexweşên kronîk kir ku ji ber bandorên neryînî yên germahiyê tedbîrên pêwîst wergirin.

Rêveberiya Devera 13emîn Keşnasiya Tirkiyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku dê li parêzgehên Xarpet, Meletî, Semsûr, Dêrsim û Çewlîgê rojên în û şemiyê pileya germahiyê di navbera 5 heta 7 pileyan li gorî germhiya asayî ya demsalê zêde bibe.

"Divê  tedbîrên xwe wergirin û baldar bin"

Rêveberiya navborî di daxuyaniya xwe de ji ber bandorên neyînî yên germahiya zêde hişyarî da welatiyan û got:

“Ji ber pêla germahiyê ew kesên ku nexweşiyên wan kronîk hene, kesên bitemen û zarok di serî de, dema demjimirên herî germ ên rojê di navbera 11.00 û 16.00an de derdikevin derve divê  tedbîrên xwe wergirin û baldar bin.”

Tê pêşbînîkirin ku pileya germahiyê li parêzgeha Xarpet 40, li Semsûrê 42, li Çewlîgê 37, li Meletî û Dêrsimê jî 39 be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst