Ji bo parêzgehên Bakurê Kurdistanê hişyariya germahiya zêde hat dayîn

07-07-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Bakurê Kurdistanê Saziya Keşnasiya Tirkiyê Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Keşnasî ya Tirkiyê ji bo 23 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya germahiya zêde daye û dibêje, dê pileya germê 35 pileyan derbas bike.

Li gor daxuyaniya Saziya Keşnasî ya Tirkiye, roja Înê 7ê Temûza 2023an li 23 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pileya germê 35 pileyan derbas dike û li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê pileya germê dibe 45 pile.

Roja 3ê Temûzê wek roja herî germ ya cîhanê hatibû tomarkirin û li gor pisporan îsal li seranserê cîhanê dê germahî zêde be.

Roja Înê 7ê Temûzê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê pileya germê wiha ye:

Êlih: 45

Amed: 42

Xarpêt: 40

Sêrt: 40

Dêrsim: 39

Meletî: 39

Riha: 39

Çewlîg: 38

Semsûr: 38

Mûş: 37

Şirnex: 37

Dîlok: 36

Mêrdîn: 36

Îdir: 35

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst